TŞYG: Em berxwedanê mezin bikin, faşizmê tar û mar bikin

TŞYG: Divê gelên me li dijî êrîşa li ser vîna xwe bibin yek û di serî de meclîsê û hemû avahiyên AKP'ê yên bajar û navçeyan dagir bikin. Heta ku parlamenter neyên berdan divê avahiyên AKP'ê bernedin.

Konseya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), diyar kir ku Erdogan hewldana darbeyê kiriye firsenda dagirkeriyê û bi MHP’ê rê koalisyon çêkiriye. Konseyê da zanîn ku Erdogan hewl dide ku CHP’ê jî bike şirîkê xwe çeteyê faşîzma xwe bike sazî û wiha got: “Li ser vê armancê hemû rê û rêbazan bikar tîne û alav û amûran ji bo armancê rewa dibîne. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnênê, Rewşên Awarte (OHAL) û Zagonên Ewlehiya Navxweşî konsepta nû ya êrîşan êrîşan zêde dike. Xuya ye ku ev êrîş têra Erdogan û çeteyên wî nake nûnerên gel ji parlamentoyê dûr dixe û bi awayekî fîlî meclîs ji holê rakiriye." 

'ERDOGAN û ÇETEYÊN WÎ BÊTIR HAR DIBIN

“Faşîst, olperest, nijadperest û paşverûyên ku heta duh tirba hev dikolan û bi çavê dijminantiyê li hev dinerîn, ji bo rejîma faşist ava bikin mil dane hev û li dijî gelan şerê tevahî dane destpêkirin. Ji ber ku; kirîza rejîma faşist nayê derbaskirin, polîtîkayên burjûva yên "Guhertinê" ji ber ku li Rojhilata Navîn îflas kiriye, Şoreşa Rojava roj bi roj mezin û mayinde dibe, li gel hemû dorpêçkirina terora faşist gelê kurd pergala teslîmiyetê perçe dikin û di ber xwe didin û çeteyên Erdogan li Mûsil û Raqqayê nayên qebûlkirin, dengeya Erdogan serobin bûye. Erdogan û çeteya wî ya faşîst roj bi roj huner û hêza xwe ya rêveberiyê bêtir winda kiriye. Vê rewşê çeteyên êrîşkar ên Erdoganê ku dişibe Hitler bêtir har û dîn kiriye." 

'ÊRIŞA LI SER HDP’ê DI ESASÊ XWE DE LI SER HEVPARÊN HDP’Ê YE' 

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) di berdewama daxuyaniyê de wiha got: 

“Erdoganê Faşîst û Çeteya wî, bi armanca Têkoşîna Azadiya Kurd têk bibe û hemû qada Tirkiye ji Rêbertiya Şoreşger a Yekbûyî ya Şoreşa Kurdistanê re bigire, şerê navxweyî yê paşverû daye ber çavan. Partiya Demokratîk a Gelan, eniya hemû gelê me yên karker, kedkar, bindest, jin, ciwan, elewî û hemû baweriyên cuda ne. Ji ber vê yekê Faşîzma AKP'ê û Serokê wê Erdogan li dijî HDP'ê êrîşên xwe wisa dijwar kirine. Êrîşên li dijî HDP'ê di esasê xwe de li dijî hemû hevparên HDP'ê ne. Êrîşa li dijî karker, kedkar, bindest, elewî û hemû baweriyan e. Ev êrîş li dijî vîna gelê me yê demokrat û nûnerên demokratîk e. Li dijî vîna gel e. Erdoganê Faşist û çetewa wî, hemû general, polîsên wî yên sucê mirovahiyê kiriye û tevî karên qirêj ên li dijî ahlaq bûne û parlamenterên wî yên dizî kirine û ruşwet xwarine û karên nelirê kirine di bin zirxa destnedayînê de tên parastin. Li aliyê din destnedayîna parlamenterên gel ên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin rakirin û girtin. Em êrîşa li dijî vîna gel bi tundî şermezar dikin." 

'DIVÊ ŞER Û BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZME MEZIN BIBE'

Koalîsyona faşîst a AKP  û MHP'ê hamleya paşverû ya şerê navwxweşî daye destpêkirin. Êrîşên ku perçeyê vê hamleyê ne li dijî gelê me xistine tevgerê. Lê divê em ji bîr nekin ku yekane hêza ku êrîşên Cuntaya Qesrê ya faşist û paşverû rawestîne têkoşîna hevpar a gelê me ye. Wekî faşîzma Hitler ya li Almanyayê li Bakurê Kurdistanê pêş dikeve. Erdogan û çeteyên wî dixwaze deqa qirêj a Faşîzma Hîtler a li dijî gelê Alman, îro dixwaze li eniya gelê tirk bkixe. Divê di serî de gelê tirk û hemû gelê Tirkiye destûrê nede vê yekê. Divê gelê me li dijî êrîşên tevahî yên faşîzmê berxwedana tevahî pêş bixe. 

Rêya heviyê ya li dijî Darbeya Qesrê û dijdarbeya leşkerî, rêya Şoreşger û Demokratik a serbixwe ya Gelan e. Ev rêya şoreşger dê ji bo karker, bindestan hevî ye. Divê gelê me li dijî van êrîşan ku vîna karker, bindest, elewî û hemû bawerî û mezhebên cuda, tevî jin, ciwan, LGBTÎ'yan hedef digire bibin yek û di serî de meclîsê û hemû avahiyên AKP'ê yên bajar û navçeyan dagir bikin. Divê gelê me li her derê dakevin qadan û kolanan. Divê xwendekarên zanîngehan û lîseyan dibistan û zanîngehan dagir bikin. Heta ku parlamenterên nûnerê aştî û demokrasiyê serbest bên berdan divê vê dagirkeriya xwe ya meclîs, avahiyên AKP'ê û saziyên dewletê berdewam bikin. Divê gelê me ji hêza xwe ya cewherî bawer bike û zanibe ku vê hêza ku di bûyerên Gazî û serhildanên Gezi-Haziranê, 6-8'ê Cotmehê ya serhildana Kobanê berxwedana Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Sûr û bajarên Kurdistanê û bajarên li Rojava çiqas serketin bi dest xistiye. 

Faşîzm ji vê hêza gel ditirse. Naxwaze ev hêz rape ser piyan. TŞYG ji bo vê hêzê komî ser hev bike û Rêbertiya Yekbûyî û Şoreşger hat avakirin. Êrîşên tasfiyekar û komkujiyê yên AKP'ya Faşîst û Serokê wê Erdogan gelan neçarî parastina cewherî û têkoşîna çekdar dihêle. TŞYG ji ber van êrîşên AKP'ê Erdogan hatiye avakirin. Divê hemû gelê me di qada demokratik û şoreşger de cihê xwe bigirin. Diveê li dijî zilma faşîst heta dawî têbikoşe."