Li Edeneyê gel li qadan bûn
Li Edeneyê gel li dijî êrîş û girtinan daketin kolanan. Li ser vê polîsan êrîşî çalakavana kirin. Tevî êrîşa polîsan jî gel çalakiya dengderxistinê li dar xistin.
Li Edeneyê gel li dijî êrîş û girtinan daketin kolanan. Li ser vê polîsan êrîşî çalakavana kirin. Tevî êrîşa polîsan jî gel çalakiya dengderxistinê li dar xistin.
Li Edenyê bi armanca protestokirina girtina hevserokên HDP’ê, 10 wekîlan û zext û êrîşên AKP’ê çalakiya dengderxistinê hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku ji 7 salî heta 70 salî ku li ser rêya giştî ya Taxên Firat û Gilbahçe yên navçeya Seyhanê kom bûn li destê wan tenek, beroş û tawa deng derxistin.
Di çalakiyê de gel daketin kolann û dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo”, “Gelê Tirk neraze xwedî li vîna xwe derkeve, “ PKK gel e gel li vir e” û “ Zext me naşkêne” berz kirin. Welatiyên ku derketin ser şaneşîn û şibakeyan jî bi çepik û tilîliyan piştgirî da gel, ajokaran jî bi kornayên wesayîtan destek dan. Polîsan bi ava şid û wesayîtên zirxî êrîş bi re ser gelê li ser rêya giştî meş dikirin. Di encam êrîşa polîsan de jinek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Tevî êrîşa polîsan jî gel li kolana belav û bang li gel kirin kû dakevin kolanan û çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Girseyê diyarkirin ku wê her şev di saet 19:00’an de dakevin kolanan û çalakiya dengdexistinê li dar bixin.