BI DÎMEN

Li Berlîn, Wesel, Darmstadt û Munchenê çalakiyên ji bo HDP'ê

Li bajarên Berlîn, Wesel, Darmstadt û Munchenê, bi hezaran kes li dijî operasyonên qirkirina siyasî daketin qadan û xwepêşandanên protestoyî lidar xistin.

Li bajarên Berlîn, Wesel, Darmstadt û Munchenê, bi hezaran kes li dijî operasyonên qirkirina siyasî daketin qadan û xwepêşandanên protestoyî lidar xistin.

LI BERLÎNÊ DIRÛŞA "KUJER AKP, KUJER ERDOGAN" DENG VEDA

Terora faşîst a rejîma AKP/Qesrê li paytexta Elmanya Berlînê bi rengekî bênavber tê şermezarkirin.

Her roj mîtîng û meşên girseyî tên lidarxistin û li kolanên bajêr dirûşmên "Kujer Erdogan, faşîst AKP", "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Destên dirêjî HDP'ê dibin bila bişikên" û "Demîrtaş-Yuksekdag rûmeta me ne" deng vedidin.

Di çarçoveya van çalakiyan de duh saet di 17:00 de, bi qasî 1200 kes tevlî mîtînga li Brandenbûrger Tor bûn. Piştî mîtîngê girseya gel ber bi Parlamenta Elmanya ya Federal (Bûndestag) û Serokwezaretî (Bûndeskanzleramt) ve meşiyan.

Li ser rêgeha meşê ya ji Brandenbûrger Tor heta avahiya Parlamentê, alên HDP'ê bi buroyên Partiya Çep (Dîe Lînke) ve hat kirin û endamên partiyê ji şibakeyan dirûşme qîriyan û destek dan çalakgeran.

Parlamenterên Partiya Çep ên Parlamenta Federal Andrej Hûnko, Dîether Dehm û rojnamevan-dîroknas Nîch Braûns li ber avahiya Serokwezaretiyê axivî û darbeya AKP/Erdogan a li dijî HDP'ê şermezar kirin.

HÛNKO: DIVÊ ELMANYA DERHAL XWE JI VÊ ŞERMÊ RIZGAR BIKE

Parlamenterê Partiya Çep û endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Andrej Hûnko got, "Ez bi hestên piştgiriyê we silav dikim. Dixwazim hûn zanibin ku di vî şerê qirêj de em bi we re ne. Di heman demê de Komîsyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê rapora herî neyî ya li ser Tirkiyeyê weşand û ji ber girtina hevşaredar, hevserokên HDP'ê û parlamenteran xwest, muzakereyên bi Tirkiyeyê re bên sekinandin. Heta ku sîstemeke demokratîk ava bibe, lazim e pereyên ji Tirkiyeyê re tên şandin werin sekinandin û têkilî werin rawestandin. Em ji vê derê, ji ber avahiya Serokwezaretiyê caerke din dibêjin ku polîtîkaya Elmanyayê sosret û ecêb e. Pêwîste Elmanya demek ji ya din zûtir xwe ji vê şermê rizgar bike."

Gelê Kurd ê li Berlînê wê çalakiyên xwe yên li dijî operasyonên qirkirina siyasî bidomîne.

WESEL

Operasyonên qirkirina siyasî li bajarê Wesel ê Elmanyayê hate şermezarkirin.

Meş û mîtînga bi vê armancê hate lidarxistin, ji aliyê Mala Êzidiyan a Weselê ve hate organîzekirin.

Zêdeyî 200 Kurdistanî û dostên wan, saet di 15:00 de li Wesel Berlîner Tor li hev civiyan û terora dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakî bi qasî sê saetan dewam kir. Li ser navê Partiya Çep Barbara Wagner, li ser navê Mala Êzidiyan Bîrsan Çelîk û Salatîn Tagay, nûnerê Komeleya Elewiyan a Weselê û profesorê Êzidî Wezîr axivîn.

Qisekeran operasyonên qirkirina siyasî bi zimanekî tund şermezar kirin.

Di dema meşê de tim û tim dirûşmên "HDP em in", "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

LI GARA MUNCHENÊ ÇALAKIYA BÊÎTEATIYA SÎVIL

Li bajarê Munchenê bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li Gara Trenê ya Navendî çalakiyek hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munchenê li hev civiyan, bi vê armancê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin.

Çalakî ji aliyê rêxistinbûna bi navê Maseya Krîzê ve hat organîzekirin û li vê derê axaftin li ser rewşa dawî hat kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujerê pitikan Erdogan", "Tirkiye terorîst" hatin qîrîn.

LI DARMSTADTÊ ÇALAKIYA JI BO DESTEKKIRINA RÊVEBERÊN HDP Û DBP'Ê

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, dîlgirtina rêveberên HDP û DBP'ê hat şermezarkirin.

Tevî ku baran dibariya jî bi qasî hezar kes saetekê meşiyan. Welatiyên Elman jî destek dan çalakgeran.

Welatiyê Elman Ûlrîch Klîngmeîer ê 70 salî û astengdar tevlî çalakiyê bû û li dijî faşîzmê meşiya.

Meş li navenda bajarê Darmstadtê pêk hat û dirûşmên "TC a dagirker ji Kurdistanê bicehime", "Kujer Erdogan", "HDP rûmeta me ye", "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.