Li Viyana û Baselê çalakiyên ji bo HDP'ê
Çalakiyên li dijî êrîşên qirkirina siyasî dewam dikin. Li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Viyanayê û li ber avahiya parlamenta Baselê ji bo HDP'ê çalakî hatin lidarxistin.

VIYANA
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, bi şiyara "Dest nede vîna min" li ber avahiya Nûnertiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li Awûstûryayê mîtîngek lidar xistin.
Heyetek ji girseyê li pêşiya avahiyê bi rayedaran re hevdîtin kir û dosyayek li ser mijarê pêşkêş kir. Rayedarên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê yên dosya wergirtin, dan xuyakirin ku ew rewşa li Tirkiyeyê bi endîşe dişopînin û wê dosyayê binirxînin.
Wekî din îro saet di navbera 17:00-19:00 de wê bi pêşengiya Ciwanên Azad li Stephansplatzê konê agahdarkirinê were vedan.
BASEL
Bi heman armancê li ber avahiya Parlamenta Kantona Baselê ya Swîsreyê mîtîngek hate lidarxistin û faşîzma AKP/Qesrê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên HDP'yiyên hatin girtin û dowîzên bi nivîsa Elmanî hatin hilgirtin. Ji ber ku çalakî danê sibehê pêk hat, hemû parlamenter û rayedarên parlamentê bi çalakiyê hesiyan. Çalakger bi heyeteke parlamentê re hevdîtin kir û dosyayek li ser mijarê pêşkêş kir.