Di rapora YE’yê de rexneyên giran li Tirkiyê

YE’yê di rapora têkildarî bûyerên Tirkiyê de ku îro hate weşandin, hate gotin, di standartên sereke yên demokratîk de bi paş ve çûye. Raportorê Tirkiyê yê YE’yê Katî Pîrî diyar kir, ‘’Rawestandina têkiliyan tekane bersiv e ku em bidin Tirkiyê.’’

Têkildarî welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE), ji hêka Komîsyona Ewropayê ve ku organa rêveber a YE’yê ye Rapora Pêşçevûna Tirkiyê hate ragihandin. Li gorî saloxdanê ku beriya bi rojan dihate dayîn, dihate gotin wê rapora herî negatîf be, di raporê de rexneyên giran li Tirkiyê hebûn.

Di bin hin serenavan de têkildarî Tirkiyê hin rexne hebûn:

‘’HEWLDANA DARBEYÊ’’

Piştî hewldanda darbeyê têkildarî ku bi tevgera Gulen re û hewldana darbeyê re gelek kes ji kar hatin kirin û gelek kes hatin girtin. Gelek nûçe hene ku di nav wan de tê îdîakirin ku girti bi miemeleya nebaş re hevrû dibin û êşkence li wan tê kirin, binpêkirinên mafên mirovan ên giran hene. Fikar hene ku krîter û delîlên ku bi mebesta têkiliyên bi tevgera Gulen re têne bikaranîn şîlo ne û berpirsyariya takekesî bi rêyên ne zelal û bê cihêkarî têne pêkanîn.

REWŞA AWARTE

Pêşîlêgiriyên ku di nav çarçoveya Rewşa Awarte de têne bicihanîn ji hêla Komîsyona Ewropayê (KA) ve tê lêkolan. Tirkiye divê li ser pêşniyarên Komîseriya Mafê Mirovan a KA’yê yên Cotmeha 2016’an binere. Tirkiye divê pêşîlêgiriyan bi qasî ku rewş hewce dike û di her rewşê de dabînkirina hewcetî û rêjebûnî mîsoger bike. Tirkiye divê di her rewşê de ji rêgezên sereke yên rajorbûna hiqûqê ku di nav de karîneya bêgunehbûnê, takekîsitiya berpirsyariya cizayê, teqezî zagonî, heqê xweparasyinê û wekheviya çekan, hene, hurmetdar be û wan nede aliyekê.

DARAZ:

Herî pir di mijara serxwebûna darazê de paşketin çêbûye. Ev rewş ji hêla sazkarbûna giştî ya darazê ve bûye tecrûbeyek. Ji ber sedema ku gefê li serxwebûna darazê dixwe û ne li gorî standardên Ewropayê ne, guhurînên di avaniya dadgehan de û kompozîsyonê de, cihê fikarên giran in.

AZADIYA RAMANÊ

Welat di vê mijarê de hê di destpêkê de ye. Di mijara azadiya derbirînê de zêde bi paş ve çûye û ev rewş rê li ber fikarên giran vedike. Pêşniyazên ku sala çûyin hatibûn kirin, di ser guh re hatine avêtin. Yasa û kirin bi içtîhadên DMME’yê re ne li hev in. Derbirîna azadiyê pir zorê dike. Zexta li ser nûçegihan, nivîskar, bikarhênerê medyaya sosyal û doz û cizayên nû, betalkirina akredîtasyonê, girtina gelek organên çapemeniyê rê li ber fikarên giran vedikin. Tirkiye, di salan bê de, operasyonên têkoşîna dijî terorê jî di nav de, divê derbirîn azadiyê belesebep sînordar neke.

MAFÊ MIRVAN

Çarçoweya yasayî, bi mebesta heqê mirovan û hurmeta ji heqê sereke re, divê were baştirkirin û mîsogeriyên giştî vehewîne. Heqên ku ji Peymana Mafê Mirovan a Ewropay (PMME) û DMME’yê tên hê nehatine pêkanîn. Tirkiye bi mebesta ku binpêkirinên PMME’yê rawestîne plana çalakiyê qebûl kir û ji bo ku heq ji pirsgirêkên sîstematîk derbikeve hin gav avêtin. Li gel vê jî ji ber sedema nêzîkatiya giştî û kêmbûna mêkanîzmaya kontrolê ya xurt, asteng dike ku ev plan were pêkanîn û bandora xwe nîşan bide.

TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ

Li Başûrê Rojhilat di nav çarçoweya têkoşîna dijî terorê de hurmeta ji mafê mirovan re xirab bû û ev rewş hê jî mijara fikarên giran e. Heqê meşrû yê Tirkiyê yê di têkoşîna dijî terorê de tenê dema ku dema pêşîlêgiriyên têkoşîna li dij terorê hevrêje bin tê qebûlkirin. Ev pêşîlêgirî divê li gorî çarçoweya hemû heqê mirovan bin û li gorî binbariyên navnetewî bin.

NELIRÊTÎ

Di mijara têkoşîna dijî nelirêtiyê de asteke amadekariyê heye. Sala çûyî hin gav hatin avêtin. Nelirêtî berbelav e û li gelek qadan dibe pirsgirêk.

SEROKKOMAR

Serokkomar di mijarê girîng ên polîtîkaya hundir û derve de bi awayekî aktîf bû angaje. Nîqaşa derbasbûna sîstema serektiyê zêde bû û di rojeva siyasî de bandor çêkir. Rewşa ewlekariyê ya ku li Başûrê Rojhilat xirab bûye, bi taybetî jî têkoşîna ku piştî 15’ê Tîrmehê li dijî tevgera Gulen hate kirin, li ser xebatên hikûmetê bandoreke neyênî kir.

PARLAMENTO:

Beriya 15’ê Tîrmehê bi bernameyeke reformê ya bi îdîa û li ser dîyaloga lîberîzasyona vîzeyê bi rojeve tije sekinî. Hevkişandina siyasî xebatên parlamentoyê dorpêç kirin. Hin yasayên girîng bêyî ku baş şêwirandin çêbibe hatin qebûlkirin. Qebûlkirina yasaya ku rê li ber vekir destlênedana parlamenteran rake, mijara fikarên giran e. Di wê mijarê de ku çarçoweya têkildarî hilbijartin û partiyên siyasî de li standartên Ewropayê were fesilandin, ti pêşketin çênebû. Ji bo endamên parlamentoyê divê rêgezên etîk were qebûlkirin.’’

Beriya hişkerebûna rapora pêşveçûnê ya YE’yê Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî rexneyên hişk li Tirkiyê anî.

BANG LI YE’YÊ KIR KU MUZAKERE WERIN RAWESTANDIN

Katî Pîrî rapora xw beriya ku wekîlên HDP’ê werin binçavkirin û amadekirin hazir kiribû û piştî girtina wekîlan li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, ‘’Ji Tirkiyê agahiyên pir xirab tên. Wekîlên HDP’ê têne binçavkirin.’’ Bang li YE’yê kiribû ku muzakereyên endamtiyê yên Enaqere bi lezgînî were sekinandin.

WEZÎRÊ YE’YÊ BI ‘NÎJATPERESTIYÊ’ HATE TAWANBARKIRIN

Wezîrê Yekîtiya Ewropa û Sermuzakerevan Omer Çelîk li dijî Pîrî ku bertek dijî girtina wekîlên HDP’ê nîşan dabû, wiha got, ‘’Ên ku dibêjin bila muzakereyên bi Tirkiyê re werin birîn, bawer bikin, ev ne dostên Ewropayê ne, nîjatperest in. Banga bila muzakere were birîn, bikêrnehatîbûn û bêvîzyona wan siyasetmedaran e ku naxwazin dengê wan ji partiyê marjînal re biçin’’

BI PAŞ VE GAV NEAVÊ

Pîrî li gel gotinên Omer Çelîk jî bi paş ve gav neavêt û di radyoyeke Hollandayê de, beriya ku rapor hişkere bibe, got, ‘’Tirkiye ji xetê derketiye’’ û banga xwe dubare kir ku divê YE muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyê re bibire. Pîrî biryara girtina wekîlan weke ‘’eletewşî’ bi nav kir û got Tirkiye bilez ber bi dîktatoriyê ve diçe.