CÎK: Divê hemû misliman li dijî zilma AKP'ê tevbigerin

CÎK'ê bang li hemû mislimanan kir ku li dijî zilma AKP'ê têkevin nava tevgerê. CÎK'ê ji her kesî xwest ku bi awayekî girseyî beşdarî çalakiya ku Şemiyê li Kolnê pêk bê bibin.

CÎK'ê bang li hemû mislimanan kir ku li dijî zilma AKP'ê têkevin nava tevgerê. CÎK'ê ji her kesî xwest ku bi awayekî girseyî beşdarî çalakiya ku Şemiyê li Kolnê pêk bê bibin. CÎK'ê da zanîn ku wê roja Înê jî li ber Sefaretxaneyên Tirk nimêja Înê bê kirin.

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), têkildarî zilma AKP/Qesrê ya li ser gelê Kurd dimeşîne, daxuyaniyek nivîskî weşand. CÎK'ê di daxuyaniyê de bang li hemû gelê misliman kir ku li dijî zilma AKP'ê têkevin nava tevgerê û dengê xwe bilind bikin. CÎK'ê, bang li hemû mislimanan kir ku li dijî zilma AKP'ê têkevin nava tevgerê û bi girseyî beşdarî çalakiyan bibin. CÎK'ê bang li her kesî kir ku bi rêxistinî û xurt beşdarî çalakiya ku şemiyê li Kolnê pêk bê bibin û got: "Dê roja Înê li ber Sefaretxaneyên Tirk nimêja Înê bê kirin. Li gorî Quranê yên vîna wî tine be wekî mirov nayên qebûlkirin. Dijminên olê Îslamê ku xwebi ol bayax kirine, dixwazin vîna gelê me ya herêmî û tevahî bişkînin. Hevserok, Hevşadar û parlamenterên ku bi vîna gel hatine hilbijartin tên girtin û davên zindanê. Ev yek zilm e. Em wê li dijî zilma li ser gel roja Şemiyê li Kolnê di çalakiyê de bin. Em bang li hemû kesên misliman dikin ku di 18'ê Mijdarê de jî tev li çalakiyên nibêja Înê yên li pêş Sefaretxaneyên Tirk ên li Hamburg, Essen û Berlinê bibin. Dîsa di heman rojê de wê li pêş Defaretxaneyên Tirk ên li Paris, Marsilya û Metzê yên Firansayê û Den Haag a Holandayê nimêjên Înê bê kirin. Divê hemû misliman li dijî vê zilmê tev bigerin. Xwedê aliyê kesên li djî zilmê ye."