BI DÎMEN

Li 5 navenda li dijî êrîşên li ser HDP’ê bertek

Li Bergen,Norveç û Hambûrg a Elmanyayê, Zûrih a Sîwsreyê, li paytexta Awûstûryayê Viyanayê û paytexta Komra Çek Praga êrîşên operasyona qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê li ser HDP’ê hatin protestokirin.

HAMBÛRG

Polîtîkayên dîlgirtinê yên hikûmeta AKP’ê ya li ser hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgan Yuksekdag û Selahattîn demîrtaş û wekîlan li Hambûgê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ku li Monckeberg a navenda bajêr kom bûn, wêneyên parlementerên HDP’ê hilgirtin û pankarta “Êrîşa li ser HDP’ê hate lidarxistin şermezar dikin” vekirin.

Kurdistaniya di çalakiyê de peyamên wê li dijî faşîzmê heta dawî berxwedanê bimeşînin daû û belavoka ku bi zimanê Elmanî ji aliyê Navneda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê ve hatibû amadekirin hate xwendin. Di belavokê de hate diyarkirin ku ti zext, êrîş û girtin nikarin vîna gelan bişkînin.

Di daxuyaniyê de peyama wê li dijî faşîzma AKP’ê û Erdogan li ber xwe bidin hate dayîn.

Di mîtîngê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Kujerê pitikan Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî berxwedana Amedê” hatin qîrkirin.

Kurdistaniyên Hambûrgê wê sibehê di saet 17:00’an de çalakiya protestoyê li dar bixe û banga beşdariyê kir.

BERGEN

Li bajarê Bergen ê Norweçê di saetên şevê de Kurdistaniyên kom bûn, rejîma AKP’ê ya li ser HDP’ê protesto kirin.

Kurdên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatin peyama heta bigihin encamê wê çalakiyên xwe dewam bikin da û dirûşmên “Faşîst Erdogan”, “Diktator Erdogan” ,” Dewleta qatil wê hesab bide” û “ Bijî berxwedan Kurdistanê” qîr kirin.

Çalakanên ku wêneyên parlementerên HDP’ê yên girtî weke maske li xwe kirin û bi destê kelepçe kirî êrîşên li ser gelê Kurd protesto kirin. Eleqeya gelê Norweçê ji bo çalakiyê pir zêde bû.

ZÛRÎH

Li bajarê Zûrîh ê Swîsreyê jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan, darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê bi mîtîngekê protesto kir.

Çalakiya ku li pêşiya şaredariyê hate lidarxisin ji aliyê Dem-Kurd, Meclîsa Gel a Zûrîh, Tevgera Jinan a Swîsreyê û KCD-Zûrîhê ve hate organîzekirin.

Di axaftinên li ser navê Dem-Kurdê hate kirin wiha hate gotin: “Em ê li dijî êrîşên topyekûn, bi berxwedan û têkoşînekî topyekûn bersiv bidin.”

VIYANA

Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê jî çalakiyên ku bi sirûda “Dest nede vîna min” hatin lidarxistin dewam dikin.

Îro endamên Ciwanên Azad li Stephansplatz a ku yek ji cihê herî qelebalix a Viyanayê ye stand vedan. Di çalakiya ku heta derengiya şevê dewam kir de sînevîzyona ku li ser HDP’ê hatibû amadekirin hate nîşandan.

Di standê de broşurên ku têkildarî êrîşên li ser HDP’ê û operasyoên qirkirina siyasî hatibûn amadekirin ji aliyê ciwanan ve hatin belavkirin.

Sibehê jî ji aliyê Saziya Jinan a Kurd ve di pêşengtiya Avesta yê de li Schwedenplatz di saet 17:00’an de mîtîngek tê li dar xistin.

PRAG

Li paytexta Komara Çek Prag jî çalakiya protestoyê hebû. Bi beşdariya Kurdistanî û Çekiyan li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî HDP”, “Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrikirin.

 

...