Bersûcên Komkujiya Enqerê xwe kerr û gêj dikin
Di roja 3’yan a rûniştina doza Komkujiya Enqere de, lêpirsîna çeperast a bersûc Hakan Şahîn berdewam dike. Şahîn îfadeyên ku li hev dernakevin dide û li gel delîlên sûc jî xwe kerr û gêj dike.
Di roja 3’yan a rûniştina doza Komkujiya Enqere de, lêpirsîna çeperast a bersûc Hakan Şahîn berdewam dike. Şahîn îfadeyên ku li hev dernakevin dide û li gel delîlên sûc jî xwe kerr û gêj dike.
Rûniştina pêşî ya Komkujiya Enqerê li Dadgeha Cizayê Giran ê 4. a Enqerê di roja sêyan de berdewam dike. Lêpirsîna çeperast a Hakan Şahîn ku alîkarî bi DAIŞ’iyan kiribû û ew anîbûn Enqerê berdeawm dike.
Dadger îfadeya berê ya bersûc bi bîra wî xist lê Şahîn piştî ku îfadeya wî ya ku berê dabû bihîst kete nav nakokiyan û xwe kerr û gêj kir û got, ‘’Ez kişandim odeyekê. Li wir min îfade da. Min qebûl kir, ji min re gotin piştî 3-5 salan tu yê serbest were berdan. Ji min re gotin ku têkiliya te bi bûyerê re hebe tu yê ji yasaya poşmaniyê sûd werbigirî. Ji min re gotin ‘’rast e?’’ min jî got , ‘’erê’’ Min îfadeyeke rast neda. Hin hatin girtîgehê jî’’
ÎFADEYÊN WÎ HEV NAGIRIN
Hakim jê pirsî, ‘’Çima hûn ne li AŞTI’yê lê li Golbaşiyê we hev dît? Hûn bi texsiyê ji Ulusê çûne Golbaşiyê. Ev ne normal e’’ Şahîn got, ‘’ji ber sedema ku telefona min xira bûbû, min nekarî xwe bigihînim wan. ‘’ Hakim pirsî,’’ we ku biryara li ser civana xwe ya Golbaşiyê da?’’ Şahîn got, ‘’Ez dikarim roja Înê jî werim. Roja Înê peyam ji min re şandin. Min bersiv nedayê. Li gor axaftinên me yên berê ez çûm Golbaşiyê. Em neaxivîbûn.’’