Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya ji bo HDP'ê

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hatin şermezarkirin. Nûnerên gelek rêxistinan li vir axivîn û piştgirî dan HDP'ê.

Nerazîbûnên li operasyonên qirkirinên siyasî yên li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê tên meşandin, dewam dikin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê, Kurdistanî û dostên wan li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û girtina HDP'yiyan û zextên dewleta Tirk şermezar kirin.

Gelek rêxistinên Swîsreyî û Tirkiyeyî jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên parlamenterên HDP'ê yên hatin girtin, pankartên bi nivîsa "Em li dijî barbariyê, bêdengiyê ji holê rakin", "Berxwedan jiyan e" hatin hildan û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "HDP gel e gel li vir e" hatin qîrîn.

Parlamentera Partiya Sosyalîst (SP) a Swîsreyê Laûrence Rîelle Fehlmann, ji Partiya Keskan Ûelî Leûenberger û li ser navê Eniya Gel a Tûnisê Anîs Mansoûrî axivîn. Qisekeran gotin ew bi ti awayî pêkanînên li dijî HDP'ê qebûl nakin û ji bo HDP'ê banga xurtkirina piştgiriya li qada navneteweyî kirin.