Piştî 6 mehan cenazeyê 3 gerîlayan radestî malbatên wan kirin
Cenazeyê 3 gerîlayên HPG'yê yên nêzî 6 meh berê tevî 7 hevalên xwe li bejahiya Şemzînanê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî testên DNA'yê radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê 3 gerîlayên HPG'yê yên nêzî 6 meh berê tevî 7 hevalên xwe li bejahiya Şemzînanê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî testên DNA'yê radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê gerîlayên HPG'ê Mîkaîl Ogûz (Tolhildan Şemzînan), Kader Erenç (Rojînda Rûken Şemzînan) û Îkram Amagaç (Qehreman Farqîn) ên di 5'ê Hezîranê de li Şemzînan a Colemêrgê di şerekê de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatin kirin.
Wê ji bo gerîlayê HPG'ê Kader Erenç li gundê Gunyaziyê yê girêdayî navçeya navendî û ji bo Mîkaîl Ogûz jî li navenda Şemzînanê saet di 11.00'an de merasîma cenazeyî bên li dar xistin.
Cenazeyê Îkram Amagaç jî, wê li navçeya Farqîn a Amedê bê definkirin.
Her wiha cenazeyê 2 gerîlayên HPG'yê yên di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabûn jî, hê jî li goristana bêkesan e.