ROJANE
Hemû Nûçe
-
Memîş: Em dixwazin bêjin, 'Di nava Rewşa Awarte de berxwedan jî heye'
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ku di 7. civata xwe ya giştî a meha Mijdarê de li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên desthilatdariya AKP'ê sekinî, dest bi kampanya bi navê 'Em dawî lê bînin' kir. -
Rojnamevan hatin binçavkirin
Midûrê Nûçeyan ê DÎHA Omer Çelîk li Amedê, nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksû, nivîskarê Dîkenê Tûnca Ogreten û Berpirsyarê Îdarî yê rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat di serdegirtina malan de li Stenbolê hatin binçavkirin. -
Di Noelê de destê aştiyê gihiştin hev
Di şevan Noelê de Xiristiyanên ku li Dêra Saînt-Antone yê Taksîmê kom bûn, destên xwe ji bo cîhanekî bê şer dan hev. -
Hevşaredara DBP’ê ya Akdenizê Mûtlû jî hate girtin
Hevşaredara DBP’ê ya Akdenîz Yuksel Mûtlû û hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Sadûn Dogan jî di nav de 15 kes hatin girtin. -
Li Stenbol û Îzmîrê aqûbeta nebediyan hate pirsîn
Dayîkên Şemiyê, aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1994’an de hatibû binçavkirin û nebedîkirin, pirs kirin. Li Îzmîrê jî daxwaz hate kirin ku faîlên Mehmet û Omer Findik bê darezandin. -
NAV DEM: Em li gel Yol TV ne
Navenda Civaka Kurd a Demokratî ya Elmanyayê (NAV-DEM), bertek nîşanî girtina Yol TV ya ku xîtabî civaka Elewî dike, da. -
Li Hamnbûrg û Bernê ji bo azadiya Ocalan meş hate lidarxistin
Ciwanên Kurdistanî, li Hambûrg û Bernê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin. -
HDP: Heta hevrûbûna Qetlîama Mereşê nebe, siberojek demokratîk nabe
HDP’ê bi boneya salvegera Qetlîama Mereşê daxuyanî da, got; “Ewqas sal di ser re bihurî, lê dewletê deynê xwe yê lêborînê ya li hemberî Elewiyan û tevahî civakê neda.” -
Erdogan dîsa mukir hat: Em li Sûriyeyê destûrê nedin Kurdan
Erdogan, got li bakurê Sûriyeyê hewla avakirina ‘dewletek Kurdan’ heye û got; “Em ê destûrê nedin vê.” -
Li ser girtiyan zext û zordarî zêde bûn
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E a Çankiriyê diyar kirin bi mebesta ku kamerayan deynin, qeblo girêdana koxuş, tiwalet û serşokê, lê ew ê destûra vî tiştî nedin û gotin, ‘’her kêlî dikarin êrîşê bi ser me de bînin.’’ -
Li Reqayê du gund hatin rizgarkirin
Şervanên Hemleya Xezeba Firatê gundên Tarak û Cama yên Reqayê rizgar kirin. -
HDK: Komkujiya Mereşê bi destê AKP'ê dewam dike!
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereşê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Leşker hatin şewitandin, dewlet bêdeng e
DAIŞ'ê du leşkerên Tirk şewitand. AKP vê yekê ji nedîtî ve tê û bêdeng dimîne. -
Ji Komîteya KCK’ê ya Gelan û Baweriyan têkîldarî Cejna Noelê daxuyanî
Komîteya KCK’ê ya Gelan û Baweriyan: Bi boneya cejna Noelê, em bang li mirovên ji her bawerî û nasnameyê dikin ku bi hêza gotinê-kelamê, navxweyî diyalogê bi pêş bixin, li ser esasê yekîtiya demokratîk xwişktî û biratiyê bêhejîn bikin. -
‘Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de bimire’
Dermankirina nexweşê dil Sabrî Kaya yê girtiyê siyasî, ji hêla îdareya Girtîgeha Tîpa M a Karabukê tê astengkirin. -
Li 6 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Îro li gelek bajaran di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên binçavkirî dûvre hatin girtin. Ji bo girtina gelek kesan jî hincet parvekirinên li ser tevnên civakî bûn. -
Tê payîn Midûrê ANF’ê Azadî sibehê bê berdan
Di rûniştina îro de ku li Turnhoutê çêbû, biryar hat dayîn ku Midûrê Ajansa me Maxîme Azadî bi kefaletek 5 hezar Euroyî bê berdan. -
Nobeda Azadiyê di hefteya 18’emîn de dewam kir
“Nobeda Azadiyê” ya ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin, di hefteya 18’emîn de didome. Di çalakiyê de ji akademîsyenên Zanîngeha Salfordê Carlos Frade axivî û got; “Ev têkoşîneke ji bo mirovahiyê ye.” -
Endamê PKK’ê Nazîf Aktaş li Parîsê hat bibîranîn
Endamê PKK’ê Mûstafa Nazîf Aktaş li Parîsê hat bibîranîn. -
Hemleya Xezeba Firatê: 7 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhakirin
Şervanên ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de li başûrê gundên Cabira Rojhilat, Cabira Rojava, Tariq û Ebû Cib bi pêş ve dikin, 7 wesayîtên bombebarkirî yên DAÎŞ’ê rûxandin. -
Şande: Wekîlên girtî tecrîd dikin
Şandeyeke ku seriyek da Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, li Stenbolê, li bînahiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê dan. -
DYA welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir: Xwe ji cihên qelebalix vegirin
Bi nêzîkbûna sersalê re DYA hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: "Xwe ji cihên qelebalix vegirin." -
DAIŞ'iyên hatin binçavkirin, hatin berdan
Endamên DAIŞ'ê yên li Konyayê hatin binçavkirin hatin berdan. -
Li Antalya, Sêrt û Meletiyê 11 kes hatin girtin, 3 kes hatin binçavkirin
Li Antalyayê 6 kes, li Sêrtê 5 kes hatin girtin. Li Meletiyê jî 2 kes hatin binçavkirin. -
Li Fransayê Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Ciwanên Azad ên Les Mûreaûx, Mantes La Jolîe û Poîssy ên herêma Normandîe ya Fransayê, meşeke bi meşale ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin.