FLAŞ

Li Reqayê du gund hatin rizgarkirin

Şervanên Hemleya Xezeba Firatê gundên Tarak û Cama yên Reqayê rizgar kirin.

Şervnên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundên Tarik û Cedî yên dikevin rojhilatê gundê Karwan rizgar kirin. Çeteyên DAÎŞ′ê xwestibûn du maşîneyên bombebarkirî li gundê Tarik biteqînin, lê her du maşîne jî beriya ku bigihêjin armancên xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin. Di encama şer de ku li her gundî rû da, bi dehan çete hatin kuştin.

Li gor agahiyên ji herêmê, gundên Tarak û Cama ji çeteyan hatin paqijkirin.

Şervanan li her du gundan dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Pêşveçûyina şervanên Odeya Çalakiyan dewam dike.