Li Hamnbûrg û Bernê ji bo azadiya Ocalan meş hate lidarxistin
Ciwanên Kurdistanî, li Hambûrg û Bernê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Ciwanên Kurdistanî, li Hambûrg û Bernê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş li dar xistin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di pêşengtiya Komîna Andok Baz a Ciwanên Azad de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Di meşê de daxwaz hate kirin ku di serî de tecrîda li ser Ocalan û girtiyên siyasî bê rakirin,bi lezgînî bê azadkirin û dawî li şerê qirêj ê AKP’ê bînin.
Meşa ku ji pêşiya stasyona trenê ya Hambûrgê destpê kir bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û “Hevkarê DAIŞ’ê Erdogan” hatin qîrkirin, heta Hûngfernstîegê dewam kir.
Di axaftinên li ser navê Ciwanên Azad û Meclîsa Gel a Hambûrgê hate kirin de, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û dawî li şerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê meşandin bînin. Di axaftinan de qetlîama li Berlînê jî hate şermezarkirin.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê jî encamên Ciwanên Azad, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên dawî tê kirin bi çalakiyekê protesto kirin. Ciwanan di çalakiyê de azadiya Ocalan daxwaz kirin û dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Kujerê zaroka Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin qîrkirin. Meş li navenda trenê ya stasyonê bi dawî bû.