ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji kesên ku li Ortakoyê hatine qetilkirin 28 kes biyanîne
Hat diyarkirin ku ji 39 kesên ku di êrîşa duh şev a li Ortakoy a Stenbolê qewimî de jiyana xwe ji dest dane, 11 jê welatiyên Tirk in, 28 kes biyanî ne. -
Endamên ESP’ê yên ku komkujiya Ortakoyê şermezar kirin hatin binçavkirin
Rêxistina Bajêr a Stenbolê Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP), li Ortakoy Stenbolê, li ber kuluba şahiyê ku bû hedefa êrîşeke komkuj û di encamê 39 kes mirin, 69 kes birîndar bûn, çalakiyek kir. -
DYA, Swêd, Awûstralya û Îngilîstanê hişyarî dan welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê
Piştî DYA, vê carê Awûstralya û Îngilîstanê hişyarî dan welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê. -
Li Stenbolê di êrîşa klûba şevê de gelek kes mirin
Hat ragihandin ku li Ortakoy a Stenbolê di êrîşa çekdarî de ku bi ser klûba şevê hat kirin, 35 kes mirin û gelek kes jî birîndar in. -
Artêşa Tirk, Minbic topbaran kir: 2 sivîl birîndar in
Artêşa Tirk a dagirker bajarê Minbicê topbaran kir û di encamê de du jin ên sivîl birîndar bûn. -
Li Stenbolê bi ser klûba şevê êrîşa çekdarî
Li Ortakoy a Stenbolê du kesên çekdar êrîşî klûba şevê kirin. Hat ragihandin ku gelek mirî û birîndar hene. -
Ji bo girtiyên nexweş azadî hat xwestin
Însiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, daxwaz kir ku Civan Yildirim û Alî Tanriverdî demildest bên berdan. -
Dibe ku Cengîz Oktay ê girtî kor bibe!
Komîsyona Nexweşxanyan a Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişînin ser rewaş girtiyên nexweş li Qada Galatasarayê çalakiya Rûniştinê ya 249'emîn a F li dar xist. -
Di çalakiya Dayikên Şemiyê de peyama 'Em ê ronahiyê bibînin'
Dayikên Şemiyê, hevala xwe Fatma Morsumbul ku berî niha bi çend rojan ji dest da bibîr anîn. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser windakirina di binê çavan de, ku hê dewam dike û hat gotin, "Em ê ronahiyê bibînin." -
Yuksekdag û Demîrtaş peyama sersalê şandin
Yuksekdag û Demîrtaş peyama sersalê şandin û gotin, ‘’2017’an her roj em ê nû bihilin û bimeşin, jiyan û rasteqînî wê li girtîgehan nesekine’’ -
Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin
Desthilatdariya faşîst a AKP/Qesrê, 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê ji xwe re kirin fersend ku rejîma yekdestî ava bike, hiqûq rakir û bi Rewşa Awarte û BHQ’an konsepta êrîşa nû da destpêkirin. -
Bi wêneyan nûçegihanên girtî hatin slavkirin
Ji 100 nûçegihanî bêhtir nûçegihan yên ku bi banga Însîyatîva Ez Jî Nûçegihan im hatin cem hev, ji bo hevpîşeyên xwe ku di girtîgehê de sersalê pêşwazî dikin, wêneyê xwe bi komelî girtin û bi vî rengî slav ji hevalên xwe re şandin. -
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî hat girtin
AKP'ê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî girt. -
Tûncel: Em çalaktir têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Tûncel got, "Di serdema pêş me de divê têkoşîna siyasî hê bi çalak bê dayin." -
TŞYG: Divê sala 2017'an bibe sala serketinê
TŞYG: Divê sala 2017'an bibe sala têkoşîn û serketinê. Em bang li kedkar, civaka me ya Elewî, nasnameyên bindest, jin, ciwan, neteweya Kurd û hemû bindestan dikin ku li dijî faşîzmê bibin yek hesab ji faşîzmê bipirsin. -
KNK'ê sala nû pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bi hêviya aştî, aramî û azadiyê sala nû li Kurdan, gelên Kurdistanî û cîhanê pîroz kir. -
Zana Kaya: Rastî wê bi ser bikeve
Kaya got, "Pîşeyek weke sûc nîşan dan. Lê belê, tevî vê yekê jî li Tirkiyeyê berxwedaneke girîng a çapemeniyê derket holê. Ti hêz nikare li ber hêza rastiyê bisekine. Ez bi vê bawerim." -
El Bab wê weke derî bimîne yan jî bibe 'welat'?
Tayyîp Erdogan got, ji bo ax bibe 'welat' pêwîstî bi 'şehîd û gaziyan' heye. Ev gotin, ji bo mirina bi dehan leşkerên li Babê weke tiştekî normal nîşan bide, got. -
Rojnamevan Ahmet Şik hat girtin
Rojnamevan Ahmet Şik ê ku pêr bi hinceta nûçe û tweetên wî yên li ser tevna civakî hatibû binçavkirin, hat girtin. -
Li rojavayê Reqayê şer: 30 çete hatin kuştin
Li bajarokê Mehmûdliyê û gundê Caber Şerqî ji vê sibehê ve şer bi dijwarî dewam dike. Heta niha herî kêm 30 çeteyên DAÎŞ`ê hatine kuştin. -
Komale û navendên hunerê hatin mohkirin
Li Dersîmê komale û li Îzmîrê jî navendên hunerê hatin girtin û mohrkirin. -
Li 5 bajaran binçavkirin û girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li 5 bajaran gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Dema girtina li binê çavan a rojnamevanan heta 24'ê Çileyê hate dirêjkirin
Dema girtina li binê çavan a rojnamevanên binçavkirî Okatan, Ogreten, Kanaat, Çelîk, Saygin û Yoksû heta 24'ê Çileyê hate dirêjkirin. -
Terikandina Helebê, agirbest û piştî wê
Li Sûriyê weke gava duyemîn a peymana di navbera Rûsya-Îran û Tirkiyê de agibest hate ragihandin. Agirbest çawa pêk hat? Piştî peymana li Moskowê daxuyaniyên ku têne dayin têne çi wateyê? DYA û hêzên rojavayî wê çawa binirxînin? -
Emaneta Apê Mûsa: Azadiya Welat
Azadiya Welat çîroka têkoşînê ya 20 salan ku bi dirûşma ‘’Roj li Welat Hiltê’’ dest pê kirî, emaneta Apê Mûsa û hevalên wî, berhema kevneşopiya ku Rohat bi jiyana xwe parastiye, dibistana gelê Kurd e.