“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsê Înan Kizilkaya û endamên Desteya Şêwiriya Weşanê Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay hatibû destpêkirin, di hefteya 18’emîn de li ber Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê dewam kir. Parlamentera Stenbolê ya CHP’ê Şafak Pavey, nivîskar Ayşe Unal, heyetek ji akademîsyenên Ewropayî û bi dehan kes tevlî nobedê bûn.
Carlos Frade di çalakiyê de axivî, got, rewşa nivîskaran têkîldarî rewşa mirovatiyê û kapasîteya fikrînê ya mirovan e. Frande wiha dewam kir; “Em xwe dixin dewsa van mirovan. Ev têkoşîneke ji bo mirovahiyê ye. Îro ji bo vê jî em li vir in.”
Dûvre, ji akademîsyenên Zanîngeha Brukselê Thomas Berns jî wiha axivî; “Ji bo em destekê bidin doza akademîsyenên girtî li vir in. Ji bo em piştevaniya nivîskaran bikin, li vir in. Piştgiriya me ya li vir gelekî asayî ye û em ê piştgiriyê bidomînin.” Ji akademîsyenên Zanîngeha Edînburghê Îsabelle Darmon jî wiha pê de çû; “Ji bo piştgiriya mirovên têkoşerên fikrînê em li vir in. Ji bilî vê jî, wek serokê komek zanîngehek biçûk li vir im. Em dizanin ku ji ber ev mirovan zexta li ser Kurdan axivîne hatine hedefkirin. Em matmayî ne.”
Endamê Komîsyona Girtîgehê yê Bîrleşîk Hazîran Hareketî Çagri Gokçe jî got, Tirkiye di girtina rojnamevanan de rekor derbas kiriye û wiha dewam kiir; “Hê di rojên bihurî de Husnu Mahallî yê ji hêla medya alîgir hat hedefkirin hat girtin. Desthilatdariya siyasî ya ku dibêje bi girtina Mahallî û rojnamevan û nivîskarên din wê me ji heqîqetê dûr bixe, xwe dixapîne. Wek duh, îro jî em li dijî desthilatdariyên faşîst, ji bo Tirkiye bibe welatekî laîk, demokratîk û azad em ê hem li hundir hem jî derve têkoşîna xwe bidomînin.” Parlamentera Stenbolê ya CHP’ê Şafak Pavey jî piştî serdana Necmiye Alpay û Asli Erdogan kir, wiha axivî; “Ev piştgirî gelekî watedar e. Nivîskar dizanin ku em li vir in. Ji ber vê jî moralên wan baş e.”
Nobed, bi axaftinên piştevaniyê bi dawî bû.