NÛ BÛ

Rojnamevan hatin binçavkirin

Midûrê Nûçeyan ê DÎHA Omer Çelîk li Amedê, nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksû, nivîskarê Dîkenê Tûnca Ogreten û Berpirsyarê Îdarî yê rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat di serdegirtina malan de li Stenbolê hatin binçavkirin.

Rojnamevan li Amed û Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Li Amedê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser mala Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk û ew binçav kirin. Di dema binçavkirinê de polîsan li Çelîk dan û zerar dan eşyayên li malê.

Li Stenbolê jî di serdegirtina malan de nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksû hate binçavkirin. Polîsên tîmên taybet nîvê şevê avêtin ser mala Yoksû ya li taxa Soganli ya navçeya Bahçelîevlerê û dest danîn ser hemû telefonên destan ên ferdên malbatê.

Nivîskarê Dîkenê Tûnca Ogreten û Berpirsyarê Îdarî yê rojnameya BîrGun Mahîr Kanaat di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.