Şande: Wekîlên girtî tecrîd dikin
Şandeyeke ku seriyek da Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, li Stenbolê, li bînahiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Şandeyeke ku seriyek da Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, li Stenbolê, li bînahiya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Şandeya ku seriyek dane Yuksekdag û Demîrtaş xwestin ku demildest tecrîda li ser wekîlan rabe.
Şaneya ku Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag ziyaret kirin, li bînahiya Bajêr a HDP’ê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di civînê de hate gotin li ser hevserok û wekîlan binpêkirên mezin ên mafê mirovan hene.
Di civînê de, endamên şandeyê wekîlên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Sîbel Yîgîtalp, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglu, Beyza Ustun û parêzer Zeynep Ceren Boztoprak amade bûn.
Parêzer Boztoprak diyar kir ku wan Girtîgeha Sîlîvrî ya bi Tîpa F’yê ya nimroya 9 ziyaret kirine û binpêkirinên mafê mirovan ên mezin tespît kirine.
‘EM BI FIKAR IN’
Boztoprak diyar kir ku bi taybetî li Girtîgeha Sîlîvriyê pirsgirêka agahdarbûnê pir heye û got, “name nayên veguhestin, name û faksên ku têne şandin nayên radestkirin. Nahêlin ku hevserok û wekîl nameyan bişînin.”
Wekîla HDP’ê Yîgîtalp diyar kir ku ew ji bo hevserok û wekîlan bi fikar in û bi berdewamî, “welat ji demeke giran derbas dibe. Ne tenê li ser HDP’ê, li ser hemû gelên Tirkiyê jî zexteke mezin heye. Ev polîtîkayên şer wê aramiyê neyînin û nearamiya niha kûrtir bikin.”
Agaoglu jî diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û divê demildest dawî li tecrîdê were anîn.