Hevşaredara DBP’ê ya Akdenizê Mûtlû jî hate girtin

Hevşaredara DBP’ê ya Akdenîz Yuksel Mûtlû û hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Sadûn Dogan jî di nav de 15 kes hatin girtin.

Li Mêrsînê hevşaredara Şaredariya DBP’ê ya Akdenîzê Yuksel Mûtlû ya ku qeyûm hate wezîfedarkirin li gel hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Sadûn Dogan ji di nav de 22 kes di saetên sibehê de sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Ji 22 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 3 kes piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan, 19 kes jî bi sûcên “Endamên rêxistin”, “Propagandakirina rêxistinê” û “Li ser navê rêxistinê kar û xebat dana meşandin” sewqî dadgeha nobedar kirin.

Ji 19 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin 4 bi şertê kontrola edlî hatin beran. 15 kesên bi navên Yuksel Mûtlû, Sadûn Dogan, Sadat Akbay, Raziye Soner, Selamet Guhbat, Kahraman Ogûz, Salahattîn Karakeçîlî, Nûrhayat Arslan, Şukru Alkanli, Abdulkerîm Avcioglû, Mehemet Emîn Sûngur, Ayşe Aydogan, Mehemet Emîn Sarigul, Fatmagul Demîrtag, Mûstefa Saliş bi heman sûcî hatin girtin. Fahriye Cengîz, Abdulkerîm Tîmûr, Saffet Yildirim û Salih Aktî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li Mersînê ji 100 kesên ku zêdetir hatibûn binçavkirin bi temamî karûbarên wan temam bûne, operasyona ku ji 12’yê Kanûnê û vir ve li bajêr hatî destpêkirin heta niha 69 kes hatine girtin.