‘Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de bimire’
Dermankirina nexweşê dil Sabrî Kaya yê girtiyê siyasî, ji hêla îdareya Girtîgeha Tîpa M a Karabukê tê astengkirin.
Dermankirina nexweşê dil Sabrî Kaya yê girtiyê siyasî, ji hêla îdareya Girtîgeha Tîpa M a Karabukê tê astengkirin.
Keça Sabrî Kaya, Dîlan Kaya, ji ANF’ê re axivî, bal kişand ku îdareya girtîgehê rapora Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê ya ‘divê bi rêkûpêk bê mûayenekirin’ paşguh dike, di 7 mehan de tenê 2 caran bavê wê birine nexweşxaneyê. Kaya destnîşan kir ku pêwîst e bavê wê demildest ameliyat bibe, lê di şertên girtîgehê de ev ne mimkûn e û got; “Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de bimire.”
Li girtîgehên Tirkiyeyê ku bi îlankirina Rewşa Awarte binpêkirina mafan derketiye asta herî jor, hê jî girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk ji mirinê re tên hiştin. Yek ji van girtiyan jî Sabrî Kaya yê 50 salî ye. Tevî rapora wî ya divêtiya mûayeneya bi rêkûpêk tîne ziman jî, derket holê ku dermankirina Kaya ji hêla îdareya Girtîgeha Tîpa M a Karabukê tê astengkirin. Dîlan Kaya diyark kir ku sala 2010’an piştî bavê wê yê ji doza PKK’ê cezayê hepsa hethetayî lê hatî birîn ket girtîgehê, derket holê ku nexweşê dil e û wiha pê de çû; Bavê min destpêkê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê nerehet bû. Piştî mûayeneya nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku ji ber romatîzmayê, ji sedî 60 qepaxên dilê wî rizîne. Doktoran divitiya ameliyata lezgîn anîn ziman. Bi demê re ji ber şertên girtîgehê rewşa wî hê girantir bû. Sala 2013’an li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê ameliyata vekirî ya dil bû û dest li beşek qepaxên dilê wî hat werdan.”
JI SAZIYA TIBA EDLÎ BERSIVA REDKIRINÊ
Kaya got, piştî ameliyatê ji bo cezayê bavê wê yê li Girtîgeha Tîpa R a Metrsîê 6 mehan bê sekinandin, parêzeran ji Wezareta Edaletê re serlêdan kiriye, ev ji hêla doktoran hatiye qebûlkirin, lê ev pêvajoya 6 mehan ji hêla Saziya Tiba Edlî (STE) heta 3 mehan hatiye kişandin. Kaya anî ziman ku pişika bavê wê ku 28’ê Tebaxa 2016’an bi demkî hat berdan, wexm girtiye û wiha pê de çû; “Ji ber vê jî bavê min domahiya mehekê li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê raza. Wê demê doktoran ji bavê min re gotin divê pîl bixin dilê wî. Di vê pêvajoyê de bavê min 15 kîlo winda kir; halê wî yê şipya bimîne nemabû. Piştî ji nexweşxaneyê derket, bi parêzeran re ji bo cezayê wî 6 mehan bê rawestandin serî li dozgeriyê da. Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê vê daxwaza bavê min di cih de dît û qebûl kir, STE ev red kir. Bavê min ê birin girtîgehê, careke din emeliyat bû.”
DI 7 MEHAN DE TENÊ 2 CARAN BIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Dermankirina Sabrî Kaya ku piştî 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê mîna gelek girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê hat kirin û bi lezûbez şandin Girtîgeha Tîpa M a Karabukê, vê carê jî li Rewşa Awarte rast hat. Dîlan Kaya ragihand ku îdareya Girtîgeha Karabukê tevî rapora “divê bi rêkûpêk bê mûayenekirin” jî bi hincetên ji avê yên mîna “leşker nîn in, ambûlans nîn e” dermankirina bavê wê asteng dikin. Kaya bal kişand ku di 7 mehan de tenê 2 caran bavê wê yê her tim aciz dibe birine nexweşxaneyê. Kaya îfade kir ku daxwaznameyên li dijî vê astengkirina keyfî tên şandin jî tên paşguhkirin, divê bi bayê lezê ji bo pîl bixin dilê bavê wê emeliyatek 3’yemîn bibe, lê di şertên girtîgehê de ev ne mimkûn e. Dîlan Kaya got eger emeliyat nebe dibe ku felç bimîne an jî bimire û wiha axivî; “Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de bimire. Dixwazim ev dengê ku hewl didim bigihêje her derê bê bihîstin.”