ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nîşaneya medya Kurd: Ozgur Gundem
Nîşaneya medya Kurd rojnameya Ozgur Gundem, ku di sala 1992'an de ji bo ragihandina rastiyan dest bi weşanê kir, her tim bû hedefa dewlet, desthilatdarî û hêzên paramîlîter ên Tirk. -
Li Swêde piştgiriya ji bo zarokên Şirnexê
Li bajarên Vesterast û Uppsala yên Swêdê ji bo zarokên Şirnexê şevên piştgiriyê hatin organîzekirin. Zubeyîr Aydar li vir axivî û ev pirs ji rayedarên PDK'ê kir: "Eger hêz û çekên we hene, we çima li Şengalê li dijî DAIŞ'ê xweragirî nekir?" -
HDP: Binçavkirina Tûglûk tiştekî gelekî ecêb e
HDP li ber binçavkirina Aysel Tûglûk rabû û bibîr xist, ku Tûglûk parêzera Hevserok û wekîlên girtî ye, ku bi rêk û pêk hevdîtin bi wan re dikir. -
Nobedarên hefteya 236'an endamên TJK-E ne
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, ev 236 hefte ne bênavber dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jinên TJK-E'yî ne. -
Li Bakurê Caber şerê dijwar: 18 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên zirxî û bombebarkirî êrîşî gundê Bakurê Caber ê dikeve Rojavayê Reqayê kirin. Di şerê de 18 çete hatin kuştin. -
Bîlgen: Li Şengal, El Bab, Minbicê biryarê wê gel bide
Berdevkê HDP’ê Bîlgen, li dijî operasyonên qirkirina siyasî û astengkirina înternetê hewlest nîşan da û got, “pirsgirêk ne hêmayî ne ku çareserî wiha pêk were! Mirovên ku li Sûriyê têne şewitandin, mirovên rastî ne.” -
Du zarokên 17 salî her roj êşkence li wan tê kirin!
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kirin li ser miwekîlên wan ên 17 salî, Hakan Încî û Mûrat Can Arsal, ku ev 17 roj in li girtîgehê ne, êşkence tê kirin. -
Yuksekdag: Ew ê sûcdar bin, em ê jî azad bibin
Yuksekdag got, "Dozên îro li me hatine vekirin wê li dîrokê bê nivîsandin û em ê sûcdar nebin. Em ê li Tirkiyeyê azadiya raman û gotinê bi ser bixînin." -
Li dijî seferberiya faşîzmê berxwedana komelî ya demokratîk -Selahattîn Erdem
Divê li dijî vê banga hevpeymana îtihadî ya faşîst a ku li dijberê gelê Kurd banga -seferberiya milî- dike, divê tevahiya hêzên demokratîk jî li ser bingeha azadiya gelê Kurd berxwedaneke komelî ya demokratîk birêxistin bikin û bimeşînin. -
Terora li ser çapemeniyê di sala 2016'an de gihaşte asta herî bilind
Rejîma AKP/Qesrê ji bo komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê veşêre, gelek organên çapemeniya mûxalîf bi taybetî çapemeniya Kurd girt. -
Serokê Giştî yê TGS'ê: Bila rojnamevan derhal bên berdan!
Serokê Giştî yê TGS'ê Dûrmûş xwest, rojnamevanên li Stenbol û Amedê hatine binçavkirin derhal bên berdan. -
Li Parîsê civîna gel: AKP wê tevî hevkarên xwe têk biçe
Li Vîllîers Le Belê civîna gel hate lidarxistin. Qiskeran gotin AKP wê tevî hevkarên xwe têk biçe û destnîşan kirin, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne. -
Midûrê DÎHA'yê Çelîk ê hate binçavkirin şandin Stenbolê
Midûrê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk, ku duh li Amedê hatibû binçavkirin, şandin Stenbolê. -
Li Kopenhagenê civîna gel a li ser rewşa Rojava
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi beşdariya nûnerê PYD'ê yê Ewropayê Zûhat Kobanê civîna gel hate lidarxistin. -
Li Montepllîerê panela li ser komkujiyan
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Kanûnê de hatin kirin, panelek hate lidarxistin. -
YRD: Ozdemîr xwe ji dayîna berdêlên giran venegirt
Koordînasyona YRD'ê diyar kir, di salên herî dijwar ên şoreşê de, ku ji bilî hêvî û baweriyê ti derfet di destê mirovan de nebû, Salih Ozdemîr tevlî nava refên tevgera Apoyî bû. -
Tûglûk, Firat û Yaşar hatin binçavkirin
Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Aysel Tûglûk, Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seydî Firat û Edîp Yaşar hatin binçavkirin. -
‘Barzanî Şengal ji xwe re kiriye mijara bazarê’
Serokê MŞD’ê Îgrek têkildarî daxuyaniyên Barzanî axivî û got: “Şengal axa Kurdistanê ye ne milk û axa ti serok yan jî hêzane. Şengal ya gelê Şengalê ye û yên li Şengalê dijîne. Ew gel wê ji bo Şengal û siberoja Şengalê biryar bide.” -
Berpirsa ETHA û Midûra Karê Nivîsê Okatan hat binçavkirin
Berpirsa ETHA û Midûra Karê Nivîsê Derya Okatan, di mala malbata xwe ya li Enqereyê de hate binçavkirin. -
Di derbarê 433 sînemavanan de lêpirsîn hate destpêkirin
Di derbarê 433 sînemavanên ku piştgirî dabûn deklerasyona “Em nabin hevkarê vî sûcî” lêpirsîn hate vekirin. -
Kedkarê Têkoşîna Azadiyê Salîh Ozdemîr jiyana xwe ji dest da
Kedkarê çapemeniya azad, endamê desteya weşana televîzyona Med Nûçeyê Salîh Ozdemîr ê li nexweşxaneya li bajarê Brûksel ê Belçîkayê di hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. -
Yuksekdag peyam ji Desteya Giştî ya SDGF’ê re şand
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyam ji 8. Desteya Giştî ya SDGF’ê re şand û got: ‘’Di çarenûsa me de pîrbûn nîn e, devjêqerîn nîn e, rawest û têkçûn nîn e’’ -
Yol TV wê bêdeng nemîne!
Girtina Yol TV û binçavkirina Sekreterê Giştî yê Rêxistina Federasyona Elewî Bektaşî (ABF), Serokê Mala Cem a Sûltangazî ya Pîr Sûltan Abdal Zeynel Odabaşi hate şermezakirin. -
Hevserokên HDP'ê yên 5 navçeyan hatin girtin
Hevserokên HDP'ê yên 5 navçeyên Balikesîrê, li ser îtiraza dozgeriyê ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. -
Li Înnsbrûckê panela li ser komkujiyên ji Mereşê heta Roboskî
Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, li ser komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve di meha Kanûnê de hatine kirin, panelek bi sernavê 'Ji Mereşê heta Roboskî komkujî' hate lidarxistin.