Li ser girtiyan zext û zordarî zêde bûn

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E a Çankiriyê diyar kirin bi mebesta ku kamerayan deynin, qeblo girêdana koxuş, tiwalet û serşokê, lê ew ê destûra vî tiştî nedin û gotin, ‘’her kêlî dikarin êrîşê bi ser me de bînin.’’

Bi 15’ê Tîrmehê, bi hewldana darbeyê re, bi Rewşa Awarte re li Tirkiye û Kurdistanê li girtîgehan li ser girtiyên siyasî zext û zordarî zêde bûn. Li gelek girtîgehan kirinên dijî hiqûqê berdewam dikin, agahî hate bidestxistin ku li Girtîgeha Girtî a Tîpa E a Çankiriyê ji bo kamereyan deynin kablo kişandine serşok, tiwalet û koxuşan.

Girtiyê ku îro bi malbatên xwe bi telefonê axivîn, gotin, ‘’Di demên dawî de zextên li ser me hatine zêdekirin. Herî dawî bi mebesta ku kamerayan deynin qeblo kişandin koxuş, tiwalet û serşokan. Em ê destûrê nedin ku kamereyan li serşok û tiwaletan deynin. Her gav dikarin êrîşê bînin ser me.’’

Girtiyan di serî de wekîl, bang li hemû parazvanên mafê mirovan kirin ku têkildarî mijarê tevbigerin.