HDK: Komkujiya Mereşê bi destê AKP'ê dewam dike!

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera Komkujiya Mereşê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HDK'ê li ser Komkujiya Mereşê daxuyaniyek weşand û diyar kir, nûnerê îro yê zîhniyeta qetlîamker AKP ye.

Di daxuyaniyê de, qetlîamker hatin şermezarkirin û hat gotin, "Elewî û mirovên pêşverû yên li Mereşê dijiyan, bi rengekî komî hatin kuştin. Faşîstên êrîşî taxê Elewiyan kirin, dest avêtin jinan. Ji pitikên di zikê dayikê û di pêçekê de heta pîra 80 salî, mirov kuştin. Mirov ji bo vê kuştina bi hovane nebînin, li ber mirovên xwe digeriyan û digotin 'tu min bikuje'."

HDK'ê ragihand, ku li gorî hejmarên fermî di komkujiyê de 111 mirov hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran mal û kargeh hatin şewitandin, talankirin.

HDK'ê da zanîn, Elewiyên komkujî li wan hate kirin neçar man bajêr biterikînin û Mereş ji aliyê siyasî, çandî û baweriyê ve hat asîmîlekirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ev komkujiya ji aliyê dewletê û hêzên faşîst ve hate kirin, di heman demê de li dijî mûxalefeta civakî hatiye kirin. 

HDK'ê diyar kir, yên komkujî plan kirin û bi cih anîn, nehatin darizandin û hin jê jî bûn parlamenter.

'KOMKUJÎ BI DESTÊ AKP'Ê DEWAM DIKE'

HDK'ê da xuyakirin, ku zîhniyeta komkujiyê ya li Mereşê îro ji aliyê desthilatdariya AKP/Qesrê ve tê meşandin û got, "Bi rêya çeteyên ji Sûriyeyê anîne dixwaze Elewiyan ji gund û bajarokên lê ne, bên koçberkirin. Bi destê çeteyên cîhadî yên li herêma Terolar hatine bicihkirin, zemîna komkujiyeke nû li Mereşê amade dikin. Dixwaze herêmê ji Elewiyan paqij bike. Şêniyên Terolar bi tirs û fikara komkujiyeke nû, neçar ma ji herêmê koç bike."

BANGA LI ELEWIYAN

Di dawiya daxuyaniya HDK'ê de hate gotin, "Zîhniyeta duh li Mereşê komkujî kir, îro jî li ser kar e. Yên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnexê mirov li jêrzemînan şewitandin, mal û kargehên mirovan talan kirin û dest avêtin jinan, heman zîhniyeta faşîst e ku li Mereşê Elewî kuşt. Di navbera kesên li Mereşê serê mirovan jê kirin û yên li Iraq û Sûriyeyê serê mirovan jê dikin û dişewitînin, ti cudahî nîne.

Ji bo careke din komkujiyên mîna Mereş, Dersîm, Sêwas, Çorûm û Gazî rû nedin, divê em Elewî û hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigerin. Li her derê li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin û bi vî rengî pêşî li komkujiyan bigirin. Heta ku hesabê Komkujiya Mereşê neyê dayîn, pêşî li komkujiyên nû nayê girtin."