ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji Cenevre heta Astana neçareserî
'Hewldana çareseriya siyasî' li Sûriyeyê, ku bêyî realîteya Kurda 3 caran li Cenevreyê hate ceribandin, lê bi ser neket, niha jî derbasî Astanayê tê kirin. -
Savda: Rêya rawestandina şer rabûna li ber çûyîna leşkeriyê ye
Endamê Tevgera Reda Wijdanî Savda bibîr xist, ku AKP xwedî li leşkerên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine şewitandin derneketiye û ji ciwanan xwest, li dijî şer û mirinê neçin leşkeriyê. -
Mayîndebûna 'agirbesta' li Sûriyeyê cihê nîqaşê ye
Agirbesta li Sûriyeyê, ku bi navbeynkariya Rûsyayê hat ragihandin, duh bi şev kete meriyetê. Welat û saziyên li derveyî vê muzakereyê, têkildarî mijarê daxuyaniyên bi tedbîr tên dayîn. -
Dîktatorî dibe qanûn, pêşniyara guhertina Destûra Bingehîn ji komîsyonê derbas bû
Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirk, pêşniyara guhertina destûra bingehîn a ji bo 'sîstema serokatiyê', ku bi vê yekê tê xwestin dîktatoriya Erdogan bibe qanûn, erê kir. -
Erdogan, Alpay û Kaya hatin berdan
Endamên Desteya Şêwirmendiyê ya rojnameya Ozgur Gundemê nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay hatin berdan. -
Endamê ESP’ê Îdrîs Yildiz hate gitin
Endamê ESP’ê Îdrîs Yildiz ê ku di derbarê wî de biryara girtinê hebû, hate girtin û birin Nexweşxaneya Maltepeyê. -
TAK: Em ê sala 2017’an li faşîzma Tirk biherimînin
Teyrêbazên Azadiya Kürdistan (TAK), li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da û got; “Em ê sala 2017’an li faşîzma Tirk biherimînin.” -
Erdogan, Alpay û Kaya hatin berdan
Asli Erdogan, Necmiye Alpay û Zana Kaya hatin berdan. Biryar hate dayîn ku girtina Înan Kizilkaya dewam bike. -
Kerestecîoglû: Em ê bibin serkeftiyên sala 2017’an!
Serokwekîla Koma HDP’ê Kerestecîoglû, sala 2016’an nirxand, destnîşan kir ku sala 2017’an wê berxwedêrên li dijî AKP/Qesrê têkoşiyane bi ser kevin. -
Necmiye Alpay: Ez teslîm nebûme, min tenê îfade da!
Ji Doza Ozgur Gundem Zimanzan Alpay a parastin kirin, gotinên serokê dadgehê rastkiri û got: “Ez teslîm nebûne, min tenê îfade didin.” Alpay peyama piştgiriyê da. -
Ji bo Salîh Ozdemîr li Brukselê merasîm hate lidarxistin
Ji bo şoreşgerê Kurd Salîh Ozdemîr, ku ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da, li paytexta Belçîka Brukselê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Pûtîn: Li Sûriyeyê di navbera artêş û muxalîfan de agirbest hate ragihandin
Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn ragihand ku li Sûriyeyê di navbera artêş û muxalîfan de peymana agirbestê hatiye ragihandin. -
Dadgehê biryar da 'li gorî pêwîstiyê' dozên li dijî Demîrtaş bibin yek
Biryar hat dayîn, dozên li dijî Demîrtaş li Stenbol, Amed û Enqereyê hatine vekirin, li gorî 'pêwîstiyê' bibin yek. -
Kizilkaya û Kaya nanîn rûniştina dozê
Rojnamevan Înan Kizilkaya û Zana Bîlîr Kaya, ku ji meha Tebaxê ve li Girtîgeha Hejmara 9'an a Sîlîvriyê girtî ne, tevlî rûniştina destpêkê nekirin. -
Doza Ozgur Gundemê dest pê kir
Rûniştina destpêkê ya Doza Ozgur Gundemê dest pê kir. Heyetên navneteweyî jî di nav de gelek kes rûniştinê dişopînin. Serokê TGS'ê Dûrmû got, "Divê gelê me xwedî li mafê xwe yê girtina nûçeyan derkeve." -
Qirkirina siyasî di sala 2016'an de derket asta herî bilind!
Li Tirkiyeyê ku di vê sala dawî de di oxira rejîma yekşexsî de bi hezaran mirov hatin kuştin, bajar hatin serobinokirin, tenê ji ber nêrîna wan ne li gor hikûmetê bûn bi deh hezaran mirov hatin girtin. -
JINHA: Em dinivîsînin, ne xema me ye bê mêr çi bêjin
JINHA weke yekane ajansa nûçeyan a jinê, di 8'ê Adara 2012'an de ava bû. Ji ber ku zimanê destavêtin, destdirêjî û êrîşa li dijî jinê rewa dike teşhîr dikir, di 29'ê Cotmehê de bi biryarnameyê hate girtin. -
Komkujiyên Roboskî û Berlînê li bajarê Freîbûrgê hatin şermezarkirin
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û êrîşa 19'ê Kanûnê ya li bazareke Noelê ya li Berlînê û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an hatin şermezarkirin. -
Komkujiyên Roboskî û Mereşê li Swêdê hatin şermezarkirin
Komkujiya Mereşê ya 24-25'ê Kanûna 1978'an li dijî Elewiyan û Komkujiya Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011'an de li dijî Kurdan hate kirin, li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. -
Rojnamevan Ahmet Şik hate binçavkirin
Rojnamevan Ahmet Şik li Stenbolê hate binçavkirin. -
Ji bo 34 ciwanên Kurd ên li Roboskiyê hatin qetilkirin, nepoxên reş hatin berdan
Endamên Komîsyona Edaletê û Heqîqetê ya ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê, bi boneya 5’emîn salvegera Qetlîama Roboskiyê li Qada Galatasarayê bîranîn li dar xistin. -
Odabaşi û 4 kes hatin berdan
Serokê Mala Cemê ya Sûltangazî Pîrsûltan Abdal û Sekreterê Rêxistina Federasyona Elewiyên Bektaşî Zeynal Odabaşi û 4 kesên li gel hatin binçavkirin, piştî 15 rojan hatin berdan. -
Siyasetmedara Kurd Tûglûk hat girtin
Aysel Tûglûk a di operasyonên qirkirina siyasî de hat binçavkirin hat girtin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê: Heta fail bê ronîkirin em ê li vir bin!
Di çalakiya edaletê de ku ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hat lidarxistin, bang li dewleta Fransayê hat kirin û hat xwestin ku fail eşkere bibin. -
Midûrê me yê Nûçeyan Demîralp hat berdan
Midûrê Nûçeyan a ANF’ê Maxîme Demîralp ku li Belçîkayê hatibû girtin, hat berdan.