Memîş: Em dixwazin bêjin, 'Di nava Rewşa Awarte de berxwedan jî heye'

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ku di 7. civata xwe ya giştî a meha Mijdarê de li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên desthilatdariya AKP'ê sekinî, dest bi kampanya bi navê 'Em dawî lê bînin' kir.

Yek ji endamên koordînasyona kampanyaya "Em dawî li Rewşa Awarte bînin" Can Memîş li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku di civata wan a giştî de biryar hatibû dayîn, li dijî rejîma Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de, kampanyayek bê destpêkirin.

Memîş da xuyakirin, ku ev biryar piştî civata giştî li meclîsa giştî hate nîqaşkirin û kampanya 'Em dawî lê bînin' hate plankirin. Memîş anî ziman, ev kampanya karekî demdirêj e û got, "Îro li dora dirûşma 'Em dawî li Rewşa Awarte bînin' tê meşandin. Piştre wê bi şêweyê 'Em dawî li dîktatoriyê bînin' ya jî 'Dawî li sîstema serokatiyê bînin' bidome."

Memîş bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî û da zanîn, serokatiya fîlî ku di bin navê 'Rewşa Awarte' de tê meşandin, hiqûqî dikin. 

Can Memîş li ser birêxistinkirina kampanyayê got, "Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hefteyek beriya bê girtin, pêşniyara rêbazekê kiribû. Ev yek banga ziyaretkirin û xwegihandina mal û kargehan bû. Karê ku îro HDK bike wê bi vî rengî be. Bi civînên delege, endam û gel re wê hem xwe bi rêxistin bike, hem jî li ser bingeha pirsgirêkên gel vê kampanyayê bimeşîne."

'DI NAVA REWŞA AWARTE DE MIROVÊN LI BER XWE DIDIN JÎ HENE'

Memîş anî ziman, ew ê kampanyayê di nava xizan, karker û mirovên ne ewle de bimeşînin û wiha dewam kir: "Di heman demê de wê kampanya li nava girseyên bê hêvî û bê kêf were meşandin. Em dixwazin weke çavkaniyeke hêviyê xwe bigihînin wan. Ji bo bêjin, 'Hê têkoşîn heye, hê HDK û HDP hene, hê berxwedan heye' em ê vê kampanyayê bimeşînin. Hêzên ku di destpêkê de em xwe bigihînin wan, bêguman hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê ye. Em dixwazin wan li hev bicivînin. Mîtînga Kartalê ya 20'ê Mijdarê gaveke girîng bû. Bêguman ev yek wê dewam bike."

Memîş destnîşan kir, ku polîtîkaya şer û hilweşandinê ya desthilatdariya AKP/Qesrê ne polîtîkayeke bê dewamkirin e û got, "Eger em hesta xwe ya hevgirtinê ji dest bernedin, eger em pêşî li bêhêvîbûna gelan bigirin û xwe weke çavkaniyeke hêviyê bi rêxistin bikin, bêguman em ê di vê pêvajoyê de bi ser bikevin."