Li Stenbol û Îzmîrê aqûbeta nebediyan hate pirsîn
Dayîkên Şemiyê, aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1994’an de hatibû binçavkirin û nebedîkirin, pirs kirin. Li Îzmîrê jî daxwaz hate kirin ku faîlên Mehmet û Omer Findik bê darezandin.
Dayîkên Şemiyê, aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku di sala 1994’an de hatibû binçavkirin û nebedîkirin, pirs kirin. Li Îzmîrê jî daxwaz hate kirin ku faîlên Mehmet û Omer Findik bê darezandin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 613'an de li qada Galatasarayê kom bûn û dîsa aqûbeta nebediyan pirsîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de jî pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne" a wêneyê xizmên wan ên winda li ser heye vekirin û qurnefil danîn ser pankartê. Dayikan vê hefteyê sembola aştiyê çarikên xwe yên sipî danîn ser pankartê û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Li gel dayikên aştiyê Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hewldana Jinê ya Ji bo Aştiyê (BİKG), dayika Belgîn Elvan Gulsum Elvan û gelek kesîn din jî amade bûn. Dayikan di vê hefteyê de çîroka Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê kanûna 1994’an de hat binçavkirin û 8 roj şûnde hat windakirin pirsîn.
HETA ROJÊN RONÎ EMÊ TÊBIKOŞIN
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak, diyar kir ku yên pêşiya Tirkiye ronî dikirin hatin qetilkirin û windakirin û wiha got: "Em wê vê têkoşina xwe hata pêşerojek ronî berdewam bikin. Divê Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûqalê hev.
SALA 2016'AN BÛ SALA ŞER
Parlamenterê CHP'ê Tanrikûlû jî diyar kir ku sala 2016'an bû sala şer û wiha got: "Bi sedan mirovên me hatin kuştin. Girtîgeh tije bûn. Sala 2016'an wekî sala şer cihê xwe di dîrokê de girt. Em hevî dikin ku di sala 2017'an de ji sala 2016’an re bibe ders.
PÊKANÎNÊN SALÊN 90'Î Û ÎRO YEK IN
Birayê Îsmail Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994'an de hat nebedîkirin, Umut Bahçecî jî axivî û bal kişand ser nebedîkirinên salên 1990'an û niha. Bahçecî, anî ziman ku di salên 90'î de çawa mirov dihatin nebedîkirin niha jî mirov tên nebedîkirin û nîşaneya vê yekê nebedîkirina Mujgan Ekin e. Bahçecî, diyar kir ku nebedîkirina Mujgan Ekîncî nîşan dide ku hêj ti tişt nehatiye guhertin.
Piştre xwişka Hasan Ocak 'ıMaside Ocak daxuyani xwend û bal kişand ser çîroka windakirina Îsmaîl Bahçecî. Ocak, anî ziman ku yên Bahçecî nebedîkirine xwestin ronîyê tarî bikin û wiha got: "Bahcecî li Zanîngeha Marmarayê beşa Çapemeniyê dixwend. Bahçecî Serokê Yekîtiya Xwendekarên Tirkiye bû. Ji ber vê yekê polîsan ew kir hedefa xwe. Bi dehan caran hat binçavkirin û berdan. Dema di sala 1991'an de hat windakirin 8 rojan di bin çavan de ma. Lê dewletê red kir ku Bahçecî hatiye binçavkirin. Bahçecî di 24'ê Kanûna 1994'an de hat binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehat girtin. Malbatê li her derê pirsa wî kirin. Lê ti bersîv negirtin. Wê demê Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar û Seroswezîr Tansu Çiller bû. Serokomar jî Suleyman Demirel bû. 22 salin em pirsa wî dikin. lê heta niha ti agahî neyatiye dayîn. Heta ku aqûbeta Bahçecî bê ronîkirin ji bo me dosyaya wî nayê girtin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin."
ÎZMÎR
Endamên Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), her hefteyê li pêşiya Konaka Berê ya Sûmerbankê çalakiya “Nebedî bên dîtin, faîl bê darezandin” li dar dixin, vê hefteyê jî daxwaz kirin ku faîlên Mehmet Omer Findik ên ku di sala 90’î de bi zorî hatibûn nebedîkirin bên darezandin. Hevşaredarê HDP’ê yê Îzmîrê jî beşdarî çalakiyê bû.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ahemt Çîçek axivî û ji ber dîmenên ku li ser malperên înternetê hatin belavkirin ku têde bi vekirî diyar dibe ku leşkerên Tirk ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên şewitandin hesab ji dewletê pirsî. Çîçek diyar kir ku rêveberên dewlet û berpirs divê têkildarî vê bûyerê bi lezgînî daxuyaniyek bide.
Çîçek her wiha aqûbeta Mehemt û Omer Findik ên ku 31’ê Kanûna 1995’an de li Silopiyayê bi zorê hatibûn binçavkirin û nebedîkirin jî pirsî.
Çîçek bibîr xist tevî hemû serlêdanên malbat û ÎHD’ê yê têkildarî her 2 kesan ti agahiyên zelal nehatin dayîn, diyar kir ku DMME’yê Tirkiye sûçdar kiriye û wiha got: “Li gel distûra êşkence, mafê azadî û ewlekariyê, biryara mafê bi bandor ê serlêdanê hatiye îxlalkirin hate dayîn. Ew weke parêzvanên mafê mirovan hata ku dewlet bi paşaroja xwe re neyê lêpirsîn em ê têkoşîna xwe dewam bikin.