DYA welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir: Xwe ji cihên qelebalix vegirin
Bi nêzîkbûna sersalê re DYA hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: "Xwe ji cihên qelebalix vegirin."
Bi nêzîkbûna sersalê re DYA hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: "Xwe ji cihên qelebalix vegirin."
Sefaretxaneya Bilind a DYA, ji aliyê ewlekariyê ve careke din welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir.
Di daxuyaniya Sefaretxaneya Bilind de hat gotin, "Komên tund, ji bo êrîşî cihên welatiyên DYA lê dijîn û ziyaret dikin ên li Tirkiyeyê, hewldanên xwe yên êrîşkariyê didomînin.""
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Dema welatiyên Amerîkî ji bo betlaneya Noelê û pîrozbahiyên sala nû diçin cihekî qelebalix, divê haya xwe ji vê rastiyê hebin.
Heta ji we tê nekevin nava qelebalixiyê, neçin restorant, navendên tîcarî, îbadetxane, navendên ragihandin û gelek cihên din ên tûrîst û biyanî bi giranî diçin serdana wan."