Endamê PKK’ê Nazîf Aktaş li Parîsê hat bibîranîn
Endamê PKK’ê Mûstafa Nazîf Aktaş li Parîsê hat bibîranîn.
Endamê PKK’ê Mûstafa Nazîf Aktaş li Parîsê hat bibîranîn.
Mûstafa Nazîf Aktaş ê PKK’î ku 23’yê Kanûna 1985’an li paytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, di salvegera qetilkirinê de li ber gora wî ya li Goristana Pere Lachaise hat bibîranîn.
Bîranîn, bi tevlîbûna endamên Navenda Civaka Demokratîk a Parîsê û derdora wê, endamên Tevgera Jinê ya Kurd a Fransa, şahidên demê û hevrêyên wî, saet 14.00’an li Goristana Pere Lachaise ya Parîsê çêbû.
Di axaftinên bîranînê de wiha hat gotin;
“Mûstafa Nazîf Aktaş, yek ji kevirê bingehîn ê Tevgera Azadiya Kurd e. Di şexsê Aktaş de em soz didin ku têkoşîna Kurdistana azad a xeyalê tevahî şehîdên me ye, mezin bikin û bibin layiqî wan.”
Aktaş, ji hêla komên nîjadperest ên Tirk hatibû qetilkirin.