ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Midûrê me yê Nûçeyan Maxîme Demîralp kampanya
Ji bo azadiya Midûrê Nûçeyan ê ANF’ê Maxîme Demîralp (Azadî) ku li ser daxwaza Tirkiyeyê ji hêla Înterpolê li Belçîkayê hat girtin, kampanya hat destpêkirin. -
KNK’ê ji bo Rûsyayê nameya sersaxiyê şand
KNK’ê, ji bo Sefîr Karlov ê hat kuştin, ji Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov re nameya sersaxiyê şand. -
Li Torontoyê êrîşên li dijî HDP’ê hat protestokirin
Kurdên li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, êrîşên li dijî HDP’ê protesto kirin. -
Kurdistaniyên li Berlînê: Em bi gelê Elman re ne
Kurdên li paytext Berlînê dijîn, komkujiya DAIŞ'ê ya li dijî sivîlan şermezar kirin. -
Kurdistaniyan komkujiya li Berlînê şermezar kirin
Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, komkujiya li paytext Berlînê ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Dema girtina li binê çavan a HDP'yiyan bi 5 rojên din hate dirêjkirin
Dema girtina li binê çavan a endamên HDP'ê yên piştî êrîşa bombeyî ya li Beşîktaşê li Stenbolê hatin binçavkirin, bi 5 rojên din hate dirêjkirin. -
Sariyildiz li Elmanya, Polonya û Komara Çekê tevlî civînên gel bû
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li Polonya, Elmanya û Komara Çekê tevlî civînên gel bû ji Kurdistaniyan û dostên Ewropî re qala pêvajoya dawî kir. -
Di doza Alî Îsmaîl Korkmaz de cezayê li polîsan hate birîn, hate erêkirin
Daîreya Ceza ya 1. a Dadgeha Bilind, cezayê 10 salan ê girtîgeyê yê li polîsên bersûc hate birîn, erê kir. -
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê hate girtin
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî, ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin, tevî 3 kesan hate girtin. -
Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Zinar Raperîn a Evry, ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li gorî raporên CPT girtîgeha Îmraliyê û tecrîd
Ji bo dîtina şert û mercên jiyanê yên Ocalan û tespîtkirina astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) 6 caran çû serdana Îmraliyê. -
Taylan Ozgur Kahraman hate bîranîn
Taylan Ozgur Kahraman, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, li cihê çalakî lidar xist, hate bîranîn. -
Li Babê malbateke ku hewl dida bireve ji hêla leşkerên Tirk hat qetilkirin
Leşkerên Tirk îro di saetên şevê de dema ku malbatekê hewl dida bi wesayîtê ji Babê birevin kir hedef û gule li ser reşandin. Di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Babê herî kêm 14 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hat ragihandin, di êrîşa DAÎŞ’ê de ku îro li dijî artêşa Tirk li bajarê El Babê li dar xistibûn, 14 leşker mirine. -
Gumanbarê qetlîama Berlînê hê nehatiye dîtin
Penaberê Tûnisî ku gumanbarê êrîşa bazara Noelê ya li paytexta Elmanya Berlînê ye, beriya niha hema hema dikira bihata dersînorkirin. -
Demîrtaş ji bo Şehmûs Ozer peyama sersaxiyê da
Demîrtaş, ji bo lîstikvanê Amedsporê Şehmûs Ozer peyama sersaxiyê şand. -
Faşîstan êrîşî avahiya HDP’ê ya Karataşê kirin
Komeke faşîst û nijadperestî êrîşî avahiya HDP’ê ya navçeya Karataşê kirin. -
FÎK: Em ê girtina Maxîme Demîralp bibin Konseya Ewropayê
FÎJ, girtina Midûrê Nûçeyan a ANF’ê Maxîme Demîralp ku li ser daxwaza Tirkiyeyê hate girtin şermezar kir û got: “Li Ewropa jiyana Kurdan û rojnamevanên Tirk ên muxalîf di xeteriyê de ne.” FÎJ diyar kir ku wê mijarê bibin Konsyeya Ewropayê. -
KNK: Em sersaxiyê ji gelê Elman re dixwazin
KNK’ê bi peyameke nivîskî sersaxî ji hemû gelê Elman re xwest û got: “Ev bûyer li dijî mirovahiyê hate lidarxistin û em bûyerên bi vî awayî li dijî mirovahiyê tê meşandin bi tundî şermezar û lenet dikin.” -
El Nûsrayê sûîqesta Karlov li xwe girt
Çeteyên El Nûsrayê kuştina Sefîrê Rûsya yê Enqereyê Andrey Karlov ku pêr çêbibû, li xwe girt. -
Balûken: Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin!
Serokwekîlê Koma HDP’ê Balûkên ê ku rehîn hatiye girtin, diyar kir ku êrîşên nehiqûqî yên bi ser wan de bi tecrîdê berdewam dikin û got, "Gotina dawî wê berxwedêr bibêjin." -
Daxuyaniya li ser girtina midûrê me yê nûçeyan Demîralp
Midûrê Nûçeyan ê Ajansa me Maxîme Demîralp li ser daxwaza Tirkiyeyê ji aliyê polîsê Belçîkayê ve hate girtin. Em bang li hikûmeta Belçîkayê û hemû saziyên Yekîtiya Ewropayê dikin, ku rê li ber berdana Demîralp vekin. -
Dewleta Fransa li Stockholmê hate şermezarkirin
Li gel ku di ser kuştina 3 jinên Kurd re 4 sal derbas bûne, ji ber ku kujer dernexistiye ber dadgehê û doz tarî kiriye, hikûmeta Fransayê li Stockholmê hate protestokirin. -
Li Îzmîrê binçavkirin, li Stenbolê girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd, li Îzmîr û Stenbolê dewam kirin. -
HDP'ê nameyek sersaxiyê ji Amedsporê re şand
HDP'ê, ji bo qeptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê jiyana xwe ji dest da, nameyeke sersaxiyê ji tîma Amedsporê re şand.