NAV DEM: Em li gel Yol TV ne
Navenda Civaka Kurd a Demokratî ya Elmanyayê (NAV-DEM), bertek nîşanî girtina Yol TV ya ku xîtabî civaka Elewî dike, da.
Navenda Civaka Kurd a Demokratî ya Elmanyayê (NAV-DEM), bertek nîşanî girtina Yol TV ya ku xîtabî civaka Elewî dike, da.
NAV-DEM, diyar kir ku ew li gel kedkarên Yol TV û rêveberên wan cih digire, divê li dijî faşîzma desthilatdariya AKP’ê têkoşîn bê xurtkirin û bilind kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM’ê de hate diyarkirin ku piştî Ozgur Gun TV, ÎMC, TV 10 û bi dehan TV, radio, rojname, kovar û malperên li ser internetê ji aliyê faşîzma AKP’ê ya di bin rêveberiya Erdogan de hatin girtin û şûn de, li dijî qûtkirina Yol TV yê jî betek nîşan da.
Di daxuyaniyê de bal kişand ku bi dehan rojnamevan, akademîsyen, hevşaredar, parlementer, siyasetmedar û hunermend hatine girtin, di serî de li dijî Kurdan û beşên muxalîf êrîş û faşîzm tê maşandin. Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate dayîn, bi rast hatina salvegera qetlîama Mereş û Roboskiyê, girtina Yol TV’yê re ne ji rêzêye.
‘TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN Û HEVKARIYÊ XURT BIKIN’
NAV-Dem’ê destnîşan kir ku faşîzma AKP’ê bawerî, kêmenetew,nifş, ref, dîtinên siyasî yên li derveyî xwe ku serî li ber wan natewîne û li dijî hemû civakên ji derveyî xwe dike hedef, li dijî vê tenê rêya berxwedan û têkoşîna hevpar mezinkirinê ti rêyeke din bê şopandin nîne, li dijî AKP’ê banga mezinkirin têkoşîn hevpariyê hate kirin.