Erdogan dîsa mukir hat: Em li Sûriyeyê destûrê nedin Kurdan
Erdogan, got li bakurê Sûriyeyê hewla avakirina ‘dewletek Kurdan’ heye û got; “Em ê destûrê nedin vê.”
Erdogan, got li bakurê Sûriyeyê hewla avakirina ‘dewletek Kurdan’ heye û got; “Em ê destûrê nedin vê.”
Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan dîsa îtîraf kir ku hedefa polîtîkaya Sûriyeyê Kurd in.
Erdogan, li Stenbolê di civîna Desteya Giştî ya DEÎK’ê de axivî, got hewl tê dayîn li bakurê Sûriyeyê dewletek nû bê damezirandin û wiha axivî:
“(…) Derdê wan çi ye? Li bakurê Sûriyeyê avakirina dewletek nû. Em ê destûra tiştekî wisa nedin, ev bila wisa bê zanîn. Bêguman, şehîdên me dil disojin, lê em ê vê jî bizanibin, ji bo axek bibe welatek, pêwîstî bi şehîd heye, gaziyan heye.”