HDP: Heta hevrûbûna Qetlîama Mereşê nebe, siberojek demokratîk nabe
HDP’ê bi boneya salvegera Qetlîama Mereşê daxuyanî da, got; “Ewqas sal di ser re bihurî, lê dewletê deynê xwe yê lêborînê ya li hemberî Elewiyan û tevahî civakê neda.”
HDP’ê bi boneya salvegera Qetlîama Mereşê daxuyanî da, got; “Ewqas sal di ser re bihurî, lê dewletê deynê xwe yê lêborînê ya li hemberî Elewiyan û tevahî civakê neda.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya salvegera Qetlîama Mereşê îro daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Beriya 38 salan karesatek mezin bi serê Mereşê de hat. Hêzên serwer cudahiyên mezheban bi kar anîn û welatî bi hev dan şikandin. Elewî û welatiyên me yên demokrat hatin qirkirin, qetilkirin, birîndar bûn, yên sax ji ber zextê neçarî koçê hatin kirin û kargehên wan hatin texrîbkirin.”
‘QETLÎAM RONÎ NEBE, SIBEROJEK DEMOKRATÎK NAYÊ SAZKIRIN’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 38 sal di ser qetlîamê re derbas bûye, lê hêzên li pişt organîzasyona ‘dewleta tarî’ nehatine eşkerekirin, wiha dewam kir; “Yên ku xwedî berpirsiyariya siyasî û emelî bûn nehatin darizandin. Bi dozên gotinê ve Qetlîama Mereşê hat nixumandin. Ewqas sal di ser re bihurî, lê dewletê deynê xwe yê lêborînê ya li hemberî Elewiyan û tevahî civakê neda.”
HDP’ê herî dawî wiha got; “Heta qetlîam û amadekariyên li dijî civaka Elewî, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê neyên ronîkirin, bêyî qewimînên îro bêne rawestandin, berpirs neyên mehkûmkirin, mixabin, siberojek demokratîk nayê sazkirin
Em êşên mirovên ku jiyana xwe di encama sûcên mirovî yên heman de ji dest dane û îro jî didin, ji dil ve hîs dikin, careke din li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”