Li 6 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Îro li gelek bajaran di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên binçavkirî dûvre hatin girtin. Ji bo girtina gelek kesan jî hincet parvekirinên li ser tevnên civakî bûn.
Îro li gelek bajaran di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên binçavkirî dûvre hatin girtin. Ji bo girtina gelek kesan jî hincet parvekirinên li ser tevnên civakî bûn.
ANTALYA
Li Antalyayê di 12'ê Kanûnê de polîsan bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de 4 jê zarok bi giştî 7 kes hatibûn binçavkirin. 7 kes, 11 rojan di bin çavan de man û piştre sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 7 kesan, 6 sewqî dadgehê hatin kirin, yek jê hat berdan. Furkan Ari, Mehmet Ari, Nurullah Ari, Ramazan Bag, Mehmet Fidan, Hakan Oter bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.
SÊRT
Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî polîsan di serdegirtina malan de Îzzettin Timurtaş, Reşit Akan, Omer Yilmaz, Huseyin Dundar û Suleyman Arslan binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin. 5 kes bi îdîaya "Alikarî dane rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
MELETÎ
Li navçeya Doganşehirê ya Meletiyê jî polîsan Rêveberê DBP'ê Abdurrahman Başak, Nazim Bayram jî di navde 3 kes binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Meletiyê.
COLEMÊRG
Li gundên Berbinî, Silîvana û Memkan yên girêdayî Gevera Colemêrgê, leşkeran serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de, Rifat Onma, Arafat Îşozu, Fazil Aytaş, Cebraîl Ateş, Sabri Ateş, Abidin Ateş û Giravî Gurdal hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û hat ragihandin ku, welatî li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin.
EDENE
Zarokên ku pêr li Edeneyê hatin binçavkirin îro piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 5 kes ku 2 jê zarok in, îfade dan dozgeriyê, dûvre bi hinceta parvekirinên li ser torên civakî bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê hatin kirin. Hakimtiyê, Ramazan Şîmşek û Yûnûs Gul girt; cezayê ‘hepsa malê’ li zarokên bi navê Ahmet Yildiz, S.Y. û B.G. birî.
ÊLIH
13 kesên ku li Êlihê roja 19’ê Kanûnê di serdegirtinên hemwext de hatibûn binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin. Taha Yaşar, Remzî Baytar, Mûhterem Guvenmîş, Vesîle Paçal, Îlhan Koyûn, Hatîce Gevcan û Ahmet Erol piştî 5 rojan li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin û dûvre bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 7 kesên ku derketin pêşberî dadger, bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 7 kesên girtî şandin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê.