Komîteya KCK’ê ya Gelan û Baweriyan têkîldarî cejna Noelê daxuyanî da, diyar kir ku di demek wisa re derbas dibin ku di serî de Rojhilata Navîn, li gelek deverên cîhanê ji ber şerê rojane gelek zarok, jin, kal, ciwan jiyana xwe ji dest didin.
Komîteya KCK’ê ya Gelan û Baweriyan got, “Roja me ya îro, ketiye nav xirabiyên mîna ku hin ol wek hatina Deccal tarîf dikin. Ji ber êrîşên xwe dispêrin hincetên olî û gefê li pîroziyên me yên civakî bi taybet jî jiyana mirovan dixwin, em êşên mezin tên kişandin. Ev rewşa ku mirov ketiye, rewşeke bi îbret e. Baweriya olî ku di heyvanê wê de dijderketina zalimtî û bêedaletiyê heye, bi destê hinan dibe amûrê gunehê herî mezin, qirkirina fîzîkî û çandî” û destnîşan kir ku ji ber cejnên xwe ku sembola yekîtî, xwişktî û biratiya li ser esasî rêzdarî, hezkirin û hevqebûlkirina beramber e, di atmosferek wisa de pîroz dikin, ev xemgînî û êşî ye.”
Di daxuyaniyê de hat ziman k udi atmosferek wisa de cîhana Xirîstiyanan jî cejnek nû ya Noelê pîroz dikin û wiha dewam kir; “Cejnên olî, îfadeya vê baweriyê ne ku wê ol di çareseriya pirsgirêkên civakî de xwedî rol bin. Cejnên olî yên tên pîrozkirin, ji bo pêkhatina aştî û silametê bang e, îfadeya hêvî û bendewariya gelan a jiyanek bi bereket û mirovî ne. Bi baweriya ku ev hêvî û bendewarî pêk were, di serî de Xirîstiyanên li Kurdistanê dijîn, em cejna Noelê li tevahî civaka Xrîstiyan pîroz dikin.
Di roja me de, li Rojhilata Navîn serwer û alîgirên wan ên netewe dewletê dixwazin bi polîtîkayên nîjadperest-mezhebperest ên bi ol hatî nixumandin, ne tenê Xirîstiyan, Misilmanan û baweriyên din, bi êrîşên qirkirina jiyan, bawerî û çandê tine bikin. Gel û baweriyên ku xwediyê rast ê vê axê ne, divê van lîstokên serwer û jirêderketiyan bibînin, bêyî pêşdarazan, yekîtiya xwe ya demokratîk saz bikin. Wek di derketina her 3 olan de hatî dîtin, ev xak welatê çanda rizgariya ji rêşaşan e. Bi boneya cejna Noelê, di serî de Xrîstiyanên Kurdistanî û Rojhilata Navîn, em bang li mirovên ji her bawerî û nasnameyê dikin ku, bi hêza gotinê-kelamê ya ku her 3 olên yek Xwedayî di destpêka pîroziyan de dihijmêre, navxweyî diyalogê bi pêş bixin, li ser esasê yekîtiya demokratîk xwişktî û biratiyê bêhejîn bikin. Em careke din bi boneya vê cejnê dixwazin parve bikin ku baweriya me ya ji bo sazkirina rizgarî û aştiya rast wisa ye.
Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji destpêkê ve xwişktî û biratiya gelan û baweriyan wek rêgezekê qebûl kiriye, kiriye dirûşmeyeke ku ji zimanê gelê Kurdistanê nakeve. Bi Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Ocalan re jî ev rêgeza me ya xwişktî û biratiyê, veguheriya sîstema ku gel û bawerî li ser esasê yekîtiya demokratîk li gel hev dijîn. Tevgera me ji mîrateya dîrokî ya olan nesîbê xwe girtiye, hewl daye ku li beramberî daxwazên demokratîk ên tevahî gel û komên civakî yên bindest bihistyariya xwe bi cih bîne. Di serî de Rojava û Şengal, li her qadên ku em gihaştinê bêyî cudahiyê bikin me hewl daye tevahî komên bawerî û çandî biparêzin. Ev jî îfadeya zindîhiştina cewherê ew olan e ku çavkaniya xwe ji vê erdnîgariyê digirin. Wek Tevgera Azadiya Kurdistanê, bersiva me ya girêdanbûyina bi kevneşopiyên pîroz ên gelên me, hêvî û bendewariyên wan li ser vî esasî ne. Ji ber vê ye ku yên bi cewherê olan dilîzin, baweriyên olî ji bo karibin mal, mil û desthilatiyê bi dest bînin bi kar tînin, wisa êrîşên bêperwa di serî de Rêbertiya me, li dijî gelên me yên ku dixwazin fikrên Rêbertiya me bixin meriyetê tînin. Wek di dîroka têkoşîna her 3 olan de tê dîtin, têkoşîna parêzvanên heq û heqîqetê wê teqez li dijî zaliman bi ser bikeve. Baweriya bi serkeftina derewkaran, zaliman, mêtingeran, jirêderketiyan, wê bê wateya înkarkirina xwedayê ku navê wî adil e.
Bi wesîleya Noelê, em bang li gelên Kurdistanê dikin, hê xurttir tevlî neteweya demokratîk ku sîstema wekhevî, azadî, aştî, xwişktî û biratiyê ye, bibin. Em bang li tevahî mirovahiyê dikin ku hê xurttir xwedî li têkoşîna li Kurdistanê derkevin. Di serî de Asûrî, Suryanî, Keldanî û Ermeniyên li Kurdistanê dijîn, em careke din cejna Noelê li tevahî cîhana Xirîstiyanan pîroz dikin.”