Leşker hatin şewitandin, dewlet bêdeng e
DAIŞ'ê du leşkerên Tirk şewitand. AKP vê yekê ji nedîtî ve tê û bêdeng dimîne.
DAIŞ'ê du leşkerên Tirk şewitand. AKP vê yekê ji nedîtî ve tê û bêdeng dimîne.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi gelek belgeyan piştast bû AKP destekê dide wan, 2 leşkerên Tirk en bi navê Sefter Taş û Fethî Şahîn şewitandin û dîmenên vê yekê weşandin.
Li pêşberî rewşeke ewçend giran û cidî, hikûmeta AKP'ê bêdeng e. Di ser re rabû leza înternetê qels kir û bi vî rengî xwest pêşî li belavbûna bûyerê bigire.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser weşandina dîmenên kuştina 2 leşkerên Tirk bi şewitandinê, lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriyê ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, Musteşariya MÎT'ê, Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê ya Emniyetê re nivîs şand û ji wan xwest, tespît bikin bê leşkerên hatine kuştin leşkerên Tirk in an na.
WEZÎRAN HEWL DAN SER BÛYERÊ BIGIRIN
Serokê Pêşvebirinê Lutfî Elvan li ser mijarê got, "Em nizanin rast e ne rast e". Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik jî da xuyakirin, ku agahî li ber destê wan hene ku 3 leşkerên Tirk ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin, lê îdîayên ji vê wêdetir nehatine piştrastkirin.
BAV TAŞ: AGAHIYÊ NADIN
Li aliyê din bavê yek ji van her du leşkeran Sefter Taş ji BîrGunê re axivî û got, "Çi bêjim; agahiya me nîne. Heta niha ti agahî ji me re nehat dayîn. Têkildarî dîmenan gotin 'em lêkolîn dikin'. Em jî li bendê ne. Ya rast em jî nizanin, em ê dîsa li bendê bimînin."
ERDOGAN BÊDENG E
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan heta jê tê naxwaze li ser vê bûyera tirsnak baxive. Her gavê propaganda 'Operasyona Mertala Firatê' dike û îdîa dike ku kêm ma ye El Bab temam bibe.