Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Li Antalya, Sêrt û Meletiyê 11 kes hatin girtin, 3 kes hatin binçavkirin

Li Antalyayê 6 kes, li Sêrtê 5 kes hatin girtin. Li Meletiyê jî 2 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî Yên rejîma AKP/Qesrê dewam dikin.

ANTALYA

Li Antalyayê, 7 kesên roja 12'ê Kanûnê hatin binçavkirin, ku 4 ji wan zarokên kêmî 18 salî ne, piştî lêpirsîna li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr derketin edliyeyê. Dozgeriya Tirk bi sûcdariya 'propaganda rêxistinê' yal i ser medya civakî, 6 kes sewqî dadgehê kir, kesek jî berda. Dadgehê welatiyên bi navê Fûrkan Arî, Mehmet Arî, Nûrûllah Ar, Ramazan Bag, Mehmet Fîdan, Hakan Oter girt û şand girtîgehê.

SÊRT

Li navçeya Dihê ya Sêrtê, welatiyên bi navê Îzzettîn Tîmûrtaş, Reşît Akan, Omer Yilmaz, Huseyîn Dundar û Suleyma Arslan bi îdîaya "alîkarî dane rêxistinê" û "endamên rêxistina terorê ne" hatin girtin. Her pênc kes şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

MELETÎ

Li navçeya Doganşehîr a Meletiyê jî, polîsan danê vê sibehê avêtin ser malan. Di encama serdegirtinê de rêveberê DBP'ê yê Bajêr Abdurrahman Şaak û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. Nazim Bayram jî li cihê xwe yê kar hate binçavkirin.