Hemleya Xezeba Firatê: 7 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhakirin

Şervanên ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de li başûrê gundên Cabira Rojhilat, Cabira Rojava, Tariq û Ebû Cib bi pêş ve dikin, 7 wesayîtên bombebarkirî yên DAÎŞ’ê rûxandin.

Pêşveçûna şervanên Xezeba Firatê li dora Bendeva Tebqa didome. Li gundên Cabira Rojhilat û Cabira Rojava mabeyna şervanan û çeteyên DAÎŞ’ê de şerê dijwar rû dide. Her wiha şer li başûrê gundên Tariq û Ebû Cib jî didome. Çeteyên DAÎŞ’ê bi wesayîtên bombebarkirî hewl didin pêşveçûyina şervanan rawestînin.

Li gor agahiyên ji herêmê, çeteyên DAÎŞ’ê ji vê sibehê ve bi 7 wesayîtên bombebarkirî hewl dane êrîşî şervanan bikin. Bi destwerdana şervanan, ev wesayît beriya bigihêjin hedefa xwe hatine îmhakirin.

Hat destnîşankirin ku di wesayîtên bombebarkirî de û li herêmê bi dehan çete hatine kuştin.