Li Fransayê Ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi pêşengiya Ciwanên Azad ên Les Mûreaûx, Mantes La Jolîe û Poîssy ên herêma Normandîe ya Fransayê, meşeke bi meşale ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî yên ku li ber Gare hatin cem hev, bi mebesta tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, meşeke bi xetîre li dar xistin. Ji bo şehîdên şoreşê deqeyeke rêzgirtin pêk hat û piştre li ser navê Ciwanên Azad hate gotin: ‘’Tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Tenê fikirandina ku AKP-MHP li ser îmhakirina Rêber Apo plan girêdane jî, li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn wê rê li ber kaosê veke.’’
Di meşê de endamê Ciwanên Azad postorên Ocalan û alaya PKK’ê rakirin, dirûşmên wekî ‘’Em ê jiyaneke bê Apo bi ser we de birûxînin’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin.
VÎLLENÛVE SANÎNT GEORGES
Li banlîyoyeya Vîlleneûve Saînt Georges a Parîsê, bi pêşengiya meclîsa Ciwanên Azad, bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî were pêkanîn, meşeke bi xetîre hate lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûve Sanît Georges hatin cem hev, heta bi hêwana şaredariya Vîlleneûveyê meşiyan, postorên Ocalan rakirin û dirûşmên, ‘’Bê Serok Jiyan nabe’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin.