ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çalakî ji bo TV 10’ê: Yên serbilind wê bi ser bikevin!
Xebatkarên TV 10’ê ya ku hatibû girtin, xwestin ku televîzyona wan dîsa vebe. -
Dayikên Şemiyê daxwaza edaletê kirin û gotin 'NA'
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Sanir ê di 15 saliya xwe de hat windakirin pirsîn. -
Li Dusseldorfê meşa ‘NA’ destpê kir
Li Dusseldorfê, meşa NA ya ku bi şîara ‘Ji dîktadoriya yek kesî, faşîzm û serokatiyê re NA’ destpê kir. -
Ji bo nexweşê dil Polatli edalet hate xwestin
Li Stenbolê di çalakiya Komeleya Mafên Mirovan de hat xwestin ku girtiyê bi navê Mûstafa Omer Polatli yê ku nexweşê dil e, were berdan. -
Binçavkirin û girtin didome
Di çarçoveya qirkirina siyasî de binçavkirin û girtin didome. -
Ji xizmên windayan ji bo grevên birçîbûnê banga bihestiyariyê
Li Amed û Îzmîrê, ÎHD û xizmên windayan li Amed û Îzmîrê di çalakiyên heftane de xwestin edalet bi cih bê. Li Amedê aqûbeta Selahattîn Akbûlût hat pirsîn, li Îzmîrê jî ji bo grevên birçîbûna li grtîgehan banga bihestiyariyê hate kirin. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiyên di girêva birçîbûnê de ber bi nebaşbûnê ve diçe
Li girtîgehan girêva birçîbûnê didome. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan ber bi nebaşbûnê ve diçe. -
Sariyildiz: Heke ‘Na’ derkeve wê têk biçin!
Parlementerê HDP’ê Sariyildiz di pîrozbahiya Newrozê ya Aachenê ya bajarê Elmanyayê de axivî û got “Heke ‘Na’ bi ser bikeve wê pergala bêtir qels bibe û wê têk biçin. Ji ber vê jî divê her baş bixebite û biçin ser sindoqan” -
Li Swîsre û Elmanyayê ji ciwanan şahî û pîrozbahî
Li Swîsre û Elmanyayê şahiya ciwanan hate li dar xistin û Newroz hate pîroz kirin. -
Li Parlamentoya Ingiltereyê rexneyên tund li Tirkiyeyê
Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Ingiltereyê diyar kir ku referandûma Tirkiyeyê wê ne dadmend û azad be, ‘Erê’’ wê felaketê bîne. -
Li Kanadayê panel: Divê bertekên li hemberî Erdogan zêdetir bibin
Li Kanadayê di panela ser Kêşeya Kurdan de hat diyar kirin ku, divê bertekên li hemberî AKP’ê zêdetir bibin û ‘NA’ bi ser bikeve. -
Demokratên sosyal ên Swêd wê bi HDP’yiyan re bibin ‘wekîlên destbira’
Partiya Sosyal Demokrat(SAP), hevkarê mezin ê hikûmeta koalîsyonê ya Swêdê ji bo hevgirtina wekîlên HDP’ê yên ku destlênedana wan hatine rakirin û hatin girtin kampanyaya ‘wekîlê destbira’ dane destpêkirin. -
CDU cot-welatîbûnê dîsa tîne rojevê!
Li Elmanya piştî rageşiya di navbera CDU ya di lîdertiya Serokwezîr Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Erdogan de amadekarî hene ku di hilbijartina giştî de mijara cot-welatîbûnê dîsa were rojevê. -
Gelên Ereb, Suryan, Ermen banga ‘NA’yê kirin
Ji bo referandûma ku 16’ê Nîsanê li Tirkiyê were kirin li Ewropa dengdan 27’ê Adarê dest pê dike. Ereb, Elewî, Suryan, Asûrî, Ermenên li Ewropa ji bo referandûmê banga ‘na’’ dikin. -
Meşa Dirêj a Êzîdiyan li Belçîka berdewam dike
Meşvanên Meşa Dirêj a bi mebesta şermezarkirina êrîşa hevpar a PDK-AKP’ê ya li ser Şengalê şermezar bikin û ji Şengalê re statûyê bixwazin didome. -
Li Arjantînê di salvgera darbeya leşkerî de Kurd li qadan bûn
Li Arjantînê, paytext Buenos Aîresê di salvegera 41’an de mîtînga bi navê ‘’Nunca Mas (Careke dî qet na) mîtîngek hate organîzekirin, ku bi tevlêbûna bi 100 hezaran mirovî pêk hat, Kurdistanî jî di çalakiyê de hebûn. -
Li Ewropa xebatên ‘NA’ didomin
Li Ewropa xebatên ‘NA’ bi lez û bez didomin. -
Parlementoya Îskoçyayê Komkujiya Êzîdiya naskir
Parlementoya Îskoçyayê, Pêşnûmeya biryara ku ji bo komkujiya ji aliyê çeteyê DAÎŞ’ê ve li dijî Kurdê Êzîdî hate kirin, were naskirin û berpisyarê wan ji aliyê dadgehê navneteweyî ve were darizandin qebûl kir. -
YBŞ: Ji bo azadî û xweseriya Şengalê têkoşînê mezin bikin
YBŞ’ê wiha got: “Em şehîdên Şîlo bibîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li ser xeta berxwedanê ya şehîdên birûmet bibin yek, li ser bingehê azadî û xweseriya Şengalê têkoşînê bilind bikin.” -
Ji Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bang
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla bang li ciwanên herêmê kir ku tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî bibin -
Şervanên QSD’ê ketin taxên rojhilatê Reqayê
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ketin taxên rojhilatê Reqayê. 8 gundên ku dikevin aliyê başûrêrojhilatê Reqayê jî hatin rizgarkirin. -
Rojnamevan Demir hat berdan
Nûçegihanê Dihaber Hayrî Demîr ê ku 9 roj bû di bin çavan de, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin, hate berdan. -
Rêxistin û Partiyên Swîsreyê li dijî Erdogan dadikevin qadan
Sibê bi pêşengtiya rêxistin û partiyên siyasî wê Swîsreyî dakevin qadan, wê rejîma Erdogan protesto bikin û ji bo Kurdistanê aşitiyê bixwazin. -
Li Kuşadasiyê keştiya koçberan noqî avê bû: 11 kes mirin
Li Kûşadasiyê keştiya ku koçber li nav bû noqî ava bû, di encamê de 11 koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
YBŞ: Em meşa bi rûmet a Êzidiyên li Ewropayê silav dikin!
YBŞ'ê meşa dirêj a Êzidiyên li Ewropayê silav kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin, ku yekitî û têkoşîna xwe ya demokratîk, di nava her şert û mercî de geş bikin."