BI DÎMEN

Kaytan û Altûn li Lîmasolê hatin bibîranîn

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê hatin bibîranîn.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ku di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta wan hate ragihandin, hatin bibirîanîn. Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Thefilosê hat lidarxistin. Wêneyên kadroyên pêşeng li goşa şehîdan hate danîn û find hatin pêxistin.

Bîranîn di şexsê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de ji bo bîranîna hemû Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê helbesta “Bîra Dînamît a Dilê Min” bi dengê Alî Haydar Kaytan ve hate guhdarkirin. Her wiha peyama Rêber Apo ya ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate xwendin.

Piştî xwendina peyama Rêber Apo beşdaran bi deqîqeyan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Siyasetmedarê Kurd Baran Hebûn Rêber Apo silav kir û axaftina vekirinê kir.

Hebûn wiha got: “Şehîdên me heqîqet bi xwe ne. Em soz didin ku vê ala azadî û rûmetê ku ji me re hiştine, bi pêkanîna Rêbertiya azad û Kurdistana azad li ba bikin.”

Piştre biyografiyên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin xwendin û sînevîzyona li ser jiyana wan hate pêşandan.

Di beşa dawî ya çalakiya bîranînê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhed mafê axaftinê girt û dema bîranîna xwe yên bi Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn re vegot, kêliyên hestiyar hat jiyîn.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehît Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.