Li bajarê Aachenê Mala Gel a Kurdan şevek ji bo Newrozê li dar xist. Li eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Newrozê hatin darvekirin. Nêzî 600 Kurdistanî beşdarî şevê bûn.
Ji xeynî Sariyildiz, Hozan Seyidxan, Bulent Tûran, Hozan Kawa, Koma Arîn, Koma Dengê Xwezayê û Dj Agit jî beşdarî şevê bûn.
Sariyildiz di şevê de axivî û got “ Ev du sal in ku Dewleta Tirkan li Bakur her der wêran kiriye. Bajarên Kurdistanê bi bombeyan hatin hilweşandin, bi hezaran mirov û hin parlementerên me avêtin zindanan. Bi hezaran mirovên me qetil kirin. Wan digot qey Kurd têk çûne. Lê di Newrozê de çi bû; li Nisêbîn, Cizîr, Botan û Amedê li her dera Kurdistanê bi milyonan mirov rabûn ser piyan. Têkoşîn û berxwedan ev e. Heke ‘Na’ bi ser bikeve wê pergala bêtir qels bibe û wê têk biçin. Ji ber vê jî divê her baş bixebite û biçin ser sindoqan.
Ji 27’ê Adarê heta 9’ê Nîsanê
Li ser navê Platforma Nayê ya bajarê Aachenê Şafak Denîz Îldan jî got ku, dengdan wê ji 27’ê Adarê dest pê bike û wê heta 9’ê Nîsanê bidome. Îldan got ku, ji bo çûna konsolosxaneyê otobus hatin amade kirin û divê gelê me yê welatparêz jî bi wesayîtan gel bibin ser sindoqan.