CDU cot-welatîbûnê dîsa tîne rojevê!
Li Elmanya piştî rageşiya di navbera CDU ya di lîdertiya Serokwezîr Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Erdogan de amadekarî hene ku di hilbijartina giştî de mijara cot-welatîbûnê dîsa were rojevê.
Li Elmanya piştî rageşiya di navbera CDU ya di lîdertiya Serokwezîr Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Erdogan de amadekarî hene ku di hilbijartina giştî de mijara cot-welatîbûnê dîsa were rojevê.
Li gorî Der Spîegelê ji hêla Netzwerk Integratîon (Tora Entegrasyonê) a di nav Partiya Yekîtiya Demokratîk a Xirisitiyan (CDU) de pêşniyarên têkildarî cot-welatîbûnê hatin rojevê.
Li gorî vê di mijara cot-welatîbûnê de ku 2014’an hinekî hatibû hêsankirin bi paş ve gav tê avêtin. Rayedarê Netzwerk Întegratîonê Cemîle Gîousouf ji Spîegelê re axivî û got: ‘’Divê em polîtîkaya welatîbûnê ku rêgêzên îstîsnaî vedihewîne bi dawî bikin.’’
PIŞTÎ SÛCDARIYÊN NAZÎZMÊ ÊN ERDOGAN MERKEL JÎ QANIH BÛYE
Di nûçeyê de tê gotin di hilbijartina Îlonê de CDU plan dike ku mijara cot-welatîbûnê jî tevlî nav kampanyayê bike û Angela Merkel helwesta xwe ya berê guherandiye. Hate îdîakirina ku êrîşên Erdogan ên bi ser Elmanya de ku ji ber sedema qedexebûna mîtîngên referandûmê diyar bûn, di vê mijarê de karîger bûye.
Bi guherîna 2014’an mirovên ku li Elmanya jidayik dibin û dijîn piştî ku hate 23 saliya xwe diviya welatîbûn welêt hilbijartana.
Li gorî pêşniyara Netzwerk Integratîonê heqê cot-welatîbûnê yên zarokên koçberan ên ku li Elmanya ji diya xwe dibin tê parastin. Lê pêşdîtiniya wê tê kirin kesên ku xwediyê cot-welatîbûnê ye zarokên wan neçar in ku tenê bibin welatiyê yek welatî.