Cezayê girtîgehê li rojnamevan Evrîm Kepenek hate birîn
Li Stenbolê di doza li dijî Edîtora Nûçeyên Jinê ya Bianetê Evrîm Kepenek de biryara cezayê girtîgehê yê deh mehan lê hate birîn.
Li Stenbolê di doza li dijî Edîtora Nûçeyên Jinê ya Bianetê Evrîm Kepenek de biryara cezayê girtîgehê yê deh mehan lê hate birîn.
Evrîm Kepenek ji ber nûçeya xwe ya têkildarî îdîaya mirina zarokek 2 salî ya ji ber destdirêjê ya li Beylîkduzu ya Stenbolê bi sûcdariya 'nepenîtiya lêpirsînê binpê kiriye' hate darizandin. Di dozê de 10 meh cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê eşkerekirina hikum taloq kir.
Dadgehê piştî li parastinê guhdarî kir beriya navberê bide rûniştinê biryara xwe eşkere kir.