Li Kanadayê panel: Divê bertekên li hemberî Erdogan zêdetir bibin

Li Kanadayê di panela ser Kêşeya Kurdan de hat diyar kirin ku, divê bertekên li hemberî AKP’ê zêdetir bibin û ‘NA’ bi ser bikeve.

Li bajarê Montrealê ya Kanadayê, li Zanîngeha Concordiayê li ser kêşeya Kurdan panelek hat li dar xistin. Hevseroka Meclîsa Gel a Kurdan a Demokratîk Aslihan Ozturk qala Dîroka Kurdan û Komploya 15’ê Sibatê kir.  Damezirînerê Enstîtuya Ekolojiya Civakî ya Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Dîmîtrî Roûssopoûlûs jî qala serdaneke xwe ya nêz a li Tirkiyeyê kir. Roûssopoûlûs diyar kir ku, mîsyona sereke ya delegasyonê ev bû ku hevdîtinekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike. Roûssopoûlûs got ku, me daxwaz kir em biçin hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî.

Roûssopoûlûs qala êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser bajarên Kurdan jî kir, kesên ku li hemberî vê zilmê bêdend dimîne jî şermezar kir.

Di panelê de ji bo piştgiriya bi Kurdan gelek pêşniyaz hatin kirin, û hat diyar kirin ku divê hikumeta Kanadayê çavên xwe ji rejîma AKP’ê re negire.

Di dawiya panelê de, bal hat kişandin ser vê yekê ku divê di referandûma 16’ê Nîsanê de ‘NA’ bi ser bikeve.