El Şara ji asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re amade ye!
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku serokê demkî yê Şamê Ehmed El Şara jê re gotiye ku ew amade ye asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re qebûl bike.
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku serokê demkî yê Şamê Ehmed El Şara jê re gotiye ku ew amade ye asayîbûna têkiliyên bi Îsraîlê re qebûl bike.
Serokê DYE’yê Donald Trump piştî serdana xwe ya Erebistana Siûdî, di balafira ber bi Qeterê ve diçû de pirsên rojnamevanan bersivand. Trump anî ziman ku wî ji El Şara re gotiye "piştî rewşa xwe çareser bike“ tevlî Peymanên Îbrahîmî bibe.
Trump wiha domand: "Wî got 'erê.' Lê hîn jî gelek karên ku bikin hene.”
Serokê DYE’yê piştî ragihandina rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê, rojek şûnde roja Çarşemê bi El Şara re civiya û xwest ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî bike.
Hevdîtina ku di destpêkê de ji hêla Washingtonê ve wekî kurt û nefermî hatibû ragihandin, bi amadebûna prensê welîahtê Siûdî Mihemed bin Selman û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya înternetê tevlî bû, nêzîkî nîv saetî dom kir.
Li gorî Qesra Spî, Trump ji Şara xwest ku "terorîstên Filistînî" dersînor bike û "berpirsiyariya" zindanên li Sûriyeyê yên ku endamên DAIŞê lê têne girtin bigire ser xwe.
Ev biryar bi taybetî ji aliyê Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ve hat xwestin.