Ji Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bang
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla bang li ciwanên herêmê kir ku tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî bibin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla bang li ciwanên herêmê kir ku tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî bibin
Pêngava sêyemîn a rizgarkirnia Reqqayê bi beşdarbûneke aktîv a Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê didome. Di vê çarçoveyê de, gelek gundên girêdayî Dêrezorê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Derbarê mijarê de, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed Ebû Xewla bang li ciwanên herêmê kir ku beşdarî pêngava rizgarkrina herêmên xwe bibin.
Fermandar Ebû Xewla li nêzikî Dêrezorê daxuyanî da çapemeniyê. Ebû Xewla wiha got; "Banga me ji ciwanên Dêrezorê yên li Tirkiyê, Cerablus, Idlib, Hema, Hums û Deraa) dikin ku cihê xwe di nava Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê de bigirin û herêmên xwe ji terorê rizgar bikin. Em pêşwaziya hemû kesên ku dixwazin beşdarî nava refên Meclîsê bibin, dikin.″
Ebû Xewle di berdewama axaftina xwe de ev soz da: ″Em soza parastina herêmên xwe ji êrîşên terorîstan didin. Em ê ciwanên tevlî nava refên me bibin, perwerde bikin da bikaribin herêmên xwe ji qirêjiya çeteyan paqij bikin.″
Ebû Xewla anî ziman ku hemleya rizgarkirina Dêrezorê di çarçoveya pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê de dest pê kiriye û wiha pê de çû: ″Meclîsa me firehiyeke mezin ji xaka Dêrezorê rizgar kiriye, gelek gund, wekî Ebû Xeşeb û Cerwan rizgar kirine. Niha jî berê me li herêma El-Kubur û çemê Firatê, Cuzur Mîlac, Bû Hemîd, Cuzur Bû Şemis û Bû Raşide. Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê li ser sînorê Reqqayê bi cih bûne.″
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê Ebû Xewla bang li ciwanên herêma Dêrezorê kir ku guh nedin daxuyaniyên reşkirina QSD′ê ku di hin dezgehên çapemeniyê têne weşandin û wiha domand: ″Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzeke şoreşgere, hemû pêkhateyên Sûriyê yên Kurd, Ereb û Suryan cihê xwe di nav de digirin. Di demeke nêz de bajarê Dêrezore rizgar dibe, deriyê beşdarbûna nava refên me li pêşiya hemû ciwanên herêmê vekiriye.″