Rêxistin û Partiyên Swîsreyê li dijî Erdogan dadikevin qadan

Sibê bi pêşengtiya rêxistin û partiyên siyasî wê Swîsreyî dakevin qadan, wê rejîma Erdogan protesto bikin û ji bo Kurdistanê aşitiyê bixwazin.

Partiya Sosyalîst a ku partiya 2. a Swîsreyê ye, Kesk, Solîdarîtê, Medîco Înternatîonal Schwîz, Salîfonds, DEM-KURD û bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê wê sibê (25'ê Adar, Şemiyê) li bajarê Swîsre Bernê çalakiyek lidar bixin û di çalakiyê de wê rejîma Erdogan protesto bikin.

Çalakiya ku bi dehan rêxistinên Swîsreyî û Tirkiyeyî piştgiriya daketina kolanan dikin de wê Kurdistanî û Tirkiyeyî faşîzma Erdogan protesto bikin. Wê daxwaz bikin ku dewleta Tirk carek din bi Kurdan re li ser maseyê aşitiyê rûne û bang li Tirkiyeyê were kirin ku li gorî qanûnên navnetewî tevger bike.

'PÊWÎSTE EM REJÎMA ERDOGAN BI SEKÎNÎNIN'

Çalakiya ku bi dirûşmeya 'Her roja diçe otoriteya ku mezin dibe, nîjadperest, faşîst, ji bo sekinandina rejîma cinsiyetparêziya Erdogan, pêwîste em bikevîn nava tevgerê' , wê daxwaza avakirina bingehê demokrasiyê li Tirkiyeyê, berdana girtiyên siyasî, avakirina aşitiyê li Kurdistanê, parastina mafê jinan û gelek daxwazên din were kirin.

Parlamenterên Federal a Kantonan yên Swîsreyê û gelek siyasetmedarên Swîsreyî tevlî çalakiyê bibin. Wê di çalakiyê de balê bikêşe ser binpêkirinên mafan ku her roja diçe li Tirkiyeyê zêde dibin, di heman demê de ji bo referandûma 16'ê Nisanê de pêktê, banga yektiya dengê NA kir.

Li Swîsreyê her roja diçe li dijî AKP'ê bertek mezin dibin û aktivîteyên berpirsên AKP'ê ku ji aliyê rêveberiyên kantoan ve li ser hev tê betal kirin. Di demek wiha de , tê payîn ku di vê çalakiya ku li dijî Erdogan tê pêkanîn de eleqeyek mezin ya rêxistinên Swîsreyî were nîşandan.

Çalakiya ku li bajarê Swîsre Bernê pêktê dem û cihê wê wiha ye;

Cih:Place de Federale

 Saet 14. 00- 16.00