Wezîrê Edaletê bersiv da daxwaza 'mafê hêviyê' û 'hevdîtina bi rojnamevanan re'
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç bersiv da daxwaza Rêber Apo ya ji bo hevdîtina bi rojnamevan û siyasetmedaran û got, "Di çarçoveya qanûnî de ya pêwîst dikare bê kirin."
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç bersiv da daxwaza Rêber Apo ya ji bo hevdîtina bi rojnamevan û siyasetmedaran û got, "Di çarçoveya qanûnî de ya pêwîst dikare bê kirin."
Piştî daxwaza DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina Rêber Apo ya bi kes, rojnamevan û siyasetmedarên dixwaze re, Wezîrê Edaletê daxuyanî da.
Wezîr Yilmaz Tûnç got, "Rê û rêbazên hevdîtina bi hikumxwarên li girtîgehan re, di qanûnan de hene. Di çarçoveya qanûnî de ya pêwîst dikare bê kirin."
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê 24'ê Nîsanê di hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re xwestibû, astengiya li pêşiya hevdîtina Rêber Apo ya bi rojnamevan û siyasetmedaran re bê kirin.
MAFÊ HÊVIYÊ
Wezîrê Edaletê ji bo pirseke li ser 'mafê hêviyê' ya rojnamevanan jî got, "Rewşeke bi vî rengî jî, hevdîtin jî nîne."
Li ser vê yekê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesabê medya dîjîtal ev nerazîbûn nîşan da:
"Birêz Wezîr dûrî ji nîqaşên mafê hêviyê, zimanê we dûrî zimanê çêker ê vê pêvajoyê ye, mixabin bandoreke jehrî diafirîne. Weke civak bendewariya me ew e ku hûn hêza xwe ji bo avakirina edaletê bi kar bînin. Pêwîstiya me bi hiqûq û lihevkirina demokratîk heye, ne bi polemîkê."