ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di meha 63'an a qetlîama Roboskî de edalet hat xwestin
Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê, di meha 63'an a qetlîama Roboskî de li pêşiya Qada Galatasarayê daxwaza edaletê kirin. -
Ji Nûrhayat Altûn ji bo Kongreya Rêveberiya Xwecihî re name
Hevşaredara Dersimê Nûrhayat Altûn ji Girtîgeha Kocelî yê, ji bo KRHXE’yê re name şand, li ser navê hemû girtî, akademîsyen û rojnamevanên ku zext lê tên kirin banga piştgiriyê kir. -
Ceza li ‘Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar’ hat birîn
Lîstikvan Julîde Kûral û sînemager Îlham Bakir bi hinceta ku beşdarî kampanyaya ‘Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar’ a Rojnameya Ozgur Gundemê bûne, salek û 3 meh ceza li wan hate birrîn. -
Bi sedan koçber gihiştin Efrînê
640 koçberên herêma Şehbayê ku ji ber zilma arêtşa Tirk û çeteyên girêdayî wê koçber dibin, gihiştin Efrînê. -
Ji balafirgeha Tebqayê hinek dîmen
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), xebatên lêgerîn û paqijkirinê ya li balafirgeha Tebqa ya ku pêr hatibû ji çeteyan hatibû paqijkirin, temam kirin. -
Enternasyonalîstên Şengalê: Em bi vîna xwe li vir in
Şervanên Enternasyonalîstên Swêdê, têkildarî îdîayên Rojnameya Aftonbladent a Swêdî, Rûdaw û K24’ê parvekirin ku ji aliyê YBŞ’ê ve hatine girtin ji ANF’ê re axivîn. -
Li Munchenê hilbijêr ji bo dayina dengê 'NA' diçin ser sindoqan
Kurd û demokratên li Munchenê dijîn, ji bo dayina dengê 'NA' diçin ser sindoqan. -
Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Ewropayêbi şandeya DBP’ê re rûnişt
Serokê Kongreya Rêveberiya Herêmî û Xwecih a Ewropayê Tornstrom bi şandeya DBP’ê re rûnişt. Tornstrom diyar kir, ku ew ê têkildarî kirinên hikûmeta Tirk biryaran bistînin. -
Şandeya Êzidiyan li Parlamenta Ewropayê bi Pîtella re hevdîtin kir
Şandeyek ji saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, piştî meşa dirêj, li Parlamenta Ewropayê bi Serokê Fraksiyona Sosyal Demokratan Gîannî Pîtella re hevdîtin kir. -
Li Goteborgê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Goteborgê yê Swêdê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan cejna Newrozê hate pîrozkirin. -
Goktepe: Di 16'ê Nîsanê de wê gel pêşî li faşîzmê bigire
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Goktepe diyar kir, di 16'ê Nîsanê de wê ders ji AKP û Erdogan re bê dayîn û gel wê rê nede faşîzmê. -
Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 41. de ye
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 41 de ye. Nûsvet Uzrek ku xaltîka yek ji çalakgeran Zana Yaktin e, diyar kir ku girtiyan êdî kêm kirine û asta krîtîk dest pê kiriye. Malbatan bang li raya giştî kirin. -
KCDK-E: Çûna ser sindoqê têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye
KCDK-E: Pêvajoya referandûmê di heman demê de pêvajoya pêngavê ye. Têkoşîna herî aktîv a li dijî faşîzmê, dîktatoriya yek kesî, a li dijî hegemonyaya AKP-MHP’ê ye çûna ser sindoqê û zêdekirina dengên NA ye. -
Di Kongreya Rêveberiyên Herêmî de wê desteserkirina Şaredariyan bê nirxandin
Di Kongreya 32. a Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê de, ku li bajarê Strasboûrgê pêk tê, wê rapora li ser bicihkirina qeyûman li şaredariyên Kurdan bê nirxandin. -
Newroz li Malmo hat pîrozkirin
Li bajarê Malmo yê Swêdê, Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Keskîn: Hewl didin ser kuştina Kemal Kûrkût binixumînin
Keskîn diyar kir, kuştina Kemal Kûrkût înfazeke eşkere ye û got, berdana kiryaran nîşan dide ku dema kiryar dewlet be, kujer çawa tên parastin. -
Partiya Çep a Elman ji Erdogan re got: Terorîst vê gotinê dibêje
Ji Partiya Çep a Elman Sahra Wagenknecht nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî welatên Ewropayê da û ji Erdogan re got, "Yê ku vê dibêje terorîst e." -
Rojnamevan Komurcu û Laçîn li Çorlûyê hatin binçavkirin
Nûçegihanên Rojnameya Şûjin Bengîsû Komurcu û Pelîn Laçîn ên ku li Çorlûyê bûyer dişopandin hatin binçavkirin. -
Li Colemêrgê 24 herêm weke ‘Herêmên ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
Ji aliyê Walîtiyê ve li navend û navçeyên Colemêrgê 24 herêm wek "Herêmên ewlehiya taybet" hatin îlankirin. -
Li Şedadê derbên giran li çeteyan hate xistin
Şervanên QSD′ê êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya li ser gundê Ezawî yê girêdayî herêma Şedadê, têk birin û 25 çete hatin kuştin. -
Li Girtîgeha Boluyê 10 girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin
10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku bê dem û dorveger hatine destpêkirin, bûn. -
Banga Êzidiyan a ji bo Ewropayê: Bila statûya Şengalê were nas kirin
Meşa Êzidiyan a ji bo “Ji bo Şengalê statû” ji Dusseldorfê destpê kiribû, piştî 192 kîlometreyan gihişt Brukselê. Êzidiyên ku li ber Konseya Ewropayê mîtîng lidar xistin, bang li saziyên Ewropayê kirin. -
Li Osloyê meşa ‘NA’, ‘HAYIR’,’NEI’ û ‘NO’
Li paytexta Norwec Osloyê, Platfroma Na, meş û mîtînga bi dirûşma “Ji dîtatoriya yek kesî, faşîzim û serokatiyê re NA” lidar xist. -
Li Stûttgart û Hannoverê hilbijêr ji bo ‘NA’yê diçin ser sindoqan
Li bajarên Elmanya Stûttgart û Hannoverê, Kurdistanî û derdorên demokrat ji bo dengê 'NA'yê diçin ser sindoqan. -
Li Marsîlya û Mannheîmê kongre
Meclîsa Jinan a Mîrkanê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê kongreya xwe ya 3., Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî kongreya xwe ya 4. li dar xist.