Li Tarblûsê di navbera komên çekdarî de şerekî dijwar rû da
Li Trablûsa paytextê Lîbyayê di navbera komên çekdarî ên neyar de dubare şer derket.
Li Trablûsa paytextê Lîbyayê di navbera komên çekdarî ên neyar de dubare şer derket.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di van rojên dawîn de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û roja Çarşemê jî li herêmên qerebalix şer pevçûnan berdewam kiriye.
Rayedarekî ji Wezareta Karên Hundirîn a Lîbyayê ji AFP’ê axivî û da zanîn ku şer û pevçûnên vê carê berfireh in û belav bûne li gelek deverên bajêr.
Aliyên şer dikin Hêza Radaa û Tûgaya 444’emîn in. Di şer û pevçûnan de çekên giran, çekên otomatîk û moşekavêj hatine bikaranîn.
HÊZA RADAA HATE FESIXKIRIN, SEROKÊ SSA’YÊ HATE KUŞTIN
Serokwezîr Abdulhamîd Dîbeybe di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de ragihand ku Hêza Radaayê hatiye fesixkirin û Otorîteya Piştevaniya Aramiyê (SSA) ku avaniyeke bihêz e, hatiye belavkirin. Ev daxuyanî şeva Duşemê piştî kuştina serokê SSA’yê Abdulgani "Geniwa" El-Kikli hate dayîn.
Sedema kuştina El-Kikli hê jî nayê zanîn lê belê tê gotin ku dema bi armanca navbeynkariyê diçe leşkergeheke aîdî Tûgaya 444’emîn li wir tê kuştin. Ev yek bû sedema destpêkirina şer û pevçûnên li Trablûsê.
BAJÊR VEGUHERÎ QADA ŞER
Li rojava û başûrê bajêr dengê teqînên mezin tên bihîstin û hate diyarkirin ku komên girêdayî Hêza Radaayê bi armanca piştgiriyê li van herêman hatine bicihkirin. Her wiha hate ragihandin ku komeke çekdarên ji bajarê Zaviye yê rojavayê Trablûsê ji bo piştevaniya Radaayê derbasî bajarê Trablûsê bûye.
Li gorî dîmenên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, li bajêr wesayit dîşewitin û bînayan zirarên mezin dîtine.
NEARAMIYA BERDEWAM
Lîbya ji kuştina Muammer Kaddafî ya sala 2011’an heya niha, ji aliyê du rêveberiyên cuda ve tê birêvebirin: Hikûmeta (Dîbeybe) ya li Trablûsê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatî naskirin û rêveberiya di bin serokatiya General Halife Hafter de ku kontrola rojhilatê welêt di destê wê de ye.
Her çend di salên dawîn de aramiyeke kêm hebû jî bi taybetî li Trablûsê û rojavayê wê car caran di navbera komên milîs ên çekdarî de şer û pevçûn rû didin.
Geşedanên dawîn nîşan didin ku li Lîbyayê krîza ewlehiyê kûrtir bûye û hewlên têkildarî çareseriya siyasî hê jî lawaz in.