YBŞ: Em meşa bi rûmet a Êzidiyên li Ewropayê silav dikin!
YBŞ'ê meşa dirêj a Êzidiyên li Ewropayê silav kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin, ku yekitî û têkoşîna xwe ya demokratîk, di nava her şert û mercî de geş bikin."
YBŞ'ê meşa dirêj a Êzidiyên li Ewropayê silav kir û got: "Em bang li gelê xwe dikin, ku yekitî û têkoşîna xwe ya demokratîk, di nava her şert û mercî de geş bikin."
YBŞ'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xusûsan:
"Di vê pêvajoya dîrokî de, ku civaka me ya Êzidî firsendeke bi dest xistiye, gelek planên qirêj û amadekariyên êrîşan tên kirin. Gelê me ji her demê bêhtir nêzî jiyana azad e, ku li bendê ye. Di heman demê de xiyanetê jî xiyanetê jî serî hildaye û bi êrîşên berfireh dixwaze pêşî li meşa gelê me ya ji bo jiyana azad bigire. Meşa civaka Êzidî ya li bajarên Ewropayê, di vê demê de gelekî girîng û watedar e. Dengvedana meşa me ya azadiyê li kolanên Ewropayê, yek ji gavên herî girîng ên ji bo jiholêrakirina dorpêçiya dagirkeriyê ye.
'YEKITÎ Û TEKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'
Li ser vê bingehê, em meşa Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê (MŞD), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) û Yekîtiya Ciwanên Êzidî silav dikin, ku di 20'ê Adarê de li Dusseldorfê dest pê kir û ber bi paytexta Belçîka Brukselê didome. Ev meşa we ya pîroz, ku ji bo naskirina xweseriya Şengalê, qebûlkirina YBŞ/YJŞ'ê li qada navneteweyî weke hêza parastina Êzidiyan û şermezarkirina hewldanên xiyanet û dagirkeriyê yên çeteyên PDK'ê tê lidarxistin, ji ber ku nerazîbûn û daxwazên hevpar ên civaka Êzidiyan nîşan dide, bingeha têkoşînê ye.
Ji bo qebûlkirina van daxwazên vîna civaka Êzidî, ji bo pêşîgirtina li armancên xayin û nokeran, em ê ji niha û pê ve jî bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê, em qîrîna we ya azadiyê û vê meşa bi rûmet a li kolanên Ewropayê deng vedide, silav dikin û bang li gelê xwe dikin ku di nava her şert û mercî de yekîtiya demokratîk û têkoşîna xwe geş bikin."